MEXMÛR – Li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) çalakiya ku ji bo azadiya fizîkî ya Reber APO di pêşengtîya jinên ciwan ên Mexmûrê de hate li darxistin semt bi semt li bin kon bi çalakiyên cur be cur didome.
Li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) çalakiya ku ji bo azadiya fiziki ya Reber APO di pêşengtîya jinên ciwan ên Mexmûrê de hate li darxistin semt bi semt li bin kon bi çalakiyên cur be cur didome. Îro jî di demjimêr 20:00’an de li semta sê mal gel ciwanên Mexmûr pêşbirkek ya pirsa li dar xistin. Di pêşbirkê de jî şarederiya wargehê û ji asayîşa wargehê li beramberî hev pêşbirk listin. Her wiha bi tevlibuna gel û ciwanan jî çoş û kelecanek mezin pêşbirk pêşwazi kirin, di nava pêşbirkê de 20 pirs hatin pirsîn û pirsên girêdayî wargehê, girêdayî jiyana Rêber Apo, dengbêjî, çanda gelê Kurd û diroka gelê Kurd hat pirskirin. Her wiha gruba asayîşê di pêşbirkê de biser ket.
Hêjayî gotinê ye ku çalakiya kon vedanê ya ciwanan wê sibê li semta sê berdewam bike û heya roja 4’ê Nisanê wê ciwan çalakiya xwe bidomînin.