ZURÎCH – Piştî meşa mezin a ciwanan, ji bo anarşîstê Îtalî Lorenzo Orsetti ku bi navê Tekoşer Piling tevlî nava YPG’ê bû û di 13’ê Sibatê de di pêngava rizgarkirina Baxozê de şehîd bibû, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.
Bavê Lorenzo yê bi navê ‘Orso’ jî bi hevalên xwe re beşdarî merasîma bîranînê ya ku li mala çandê ya dîrokî La Fabrica Di Zurigo hat lidarxistin bûn. Çalakî bi zimanên Îtalî û Almanî hat lidarxistin.
Bavê Şehîd Tekoşer Piling Alessandro Orsetti di derbarê kurê xwe de axivî û got ku Lorenzo evîndarê paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk bûye û bi vê baweriyê çûye Rojava. Her wiha bi eşkereyî diyar kir ku haya wî jê heye ku kurê wî jî dikare şehîd bibe, lê ev yek nehiştiye ku dev ji baweriya xwe berde.
Berdevkê Têkiliyên Derve yê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Ahmet Yaman jî axaftinek kir û diyar kir ku Lorenzo Orsetti ne tenê ji bo civaka Kurd, ji bo têkoşîna şoreşger a cîhanê jî bûye sembol.
Merasîma bîranînê bi belgefîlma “Tekoser, il partigiano Orso” ya li ser Şehîd Tekoşer Piling dewam kir.