HAMBÛRG – Ji bo azadiya Rêber APO duho (1’ê Nîsanê roja Şemiyê) saet di 14:00 de li Gara Harbûrgê bi dirûşma “Dis sala Serkeftinê ji bo emê Rêbertî azad bikin” mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtînga ku ciwanên şoreşger ên Hambûrgê bi motîvasyoneke mezin tevlî bûn de, hate destnîşankirin ku divê bi taybetî ciwanên Kurd helwesta xwe ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin û nikaribin rewşa wî bibihîzin bi raya giştî re ragihînin.
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Piştre axaftinên ku bal kişandin ser rewşa Rêber Apo û bal kişandin ser daxwaza azadiya fizîkî hatin kirin û bi dirûşmeyan hatin destekkirin.
Di çalakiyê de alên zer, sor û kesk û posterên Rêber Apo û Kemal Pîr hatin rakirin. Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî” bi dawî bû.