Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ-YPS JIN’ê peyama 4’ê Nîsanê : em soza berfirehkirina têkoşîna xwe didin

Koordînasyona YPS-YPS JIN'ê bi wesîleya 4'ê Nîsanê 74'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand û soza "berfirehkirina têkoşînê" da.

Edîtor: Nucan Serdoz
03/04/2023 - 10:50
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
YPJ-YPS JIN’ê peyama 4’ê Nîsanê : em soza berfirehkirina têkoşîna xwe didin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona YPS-YPS JIN’ê peyama pîrozbahiyê ya nivîskî weşand û got, “Em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ku pêşengê vejîna gelê Kurd û azadiya jinê ye, pîroz dikin û Dayê Uweyş a ku Rêber Apo aniye dinê û mezin kiriye bi rêzdarî bi bîr tînin. ”

Di berdewamiya peyamê de wiha hate gotin: “Rêber Apo ji zarokatiya xwe ve weke lêgerînerê heqîqetê ber bi azadiyê ve meşiya. Bi analîzkirina bûyeran re ev yek gihandiye yekparebûna wateyê û nehiştiye ku pergala heyî ruhê wî dîlbigire û ji bo şikandina zincîrê di serî de li hemberî ferzkirina malbatê û derdorê li ber xwe da û têkoşîna rastiyê meşand.

Rêber Apo, ziman, çand û nirxên gelê Kurd yên hatibûn binaxkirin, ji nû ve derxist holê û heqîqetê vejand. Rojbûna Rêber Apo ku ziman, çand, rûmet, nasname û hebûna gelê Kurd derxist holê û ji bo vejînê zemîna têkoşînê ava kir.

Rêber Apo ji bo dayikên Kurd bû hêviya jiyanê. Dayikên ku çarikên spî li xwe dikin, li dora Rêber Apo bûn yek û bi tilîliyan ji bo Rêber Apo çepik dan. Di serî de guh dan perwerdehiya Rêber Apo û pêşengtiya belavkirina van fikran û bidestxistina hêza rêxistinî kirin. Ji ber ku Rêber Apo Kurdistana azad diyarî dayikan kir. Rêber Apo bû ruh, nefes û felsefeya jiyana dayîkan. Dayikan bi baweriya bi Rêbertî re gelek Egît, Besê, Mazlûm, Zeryan û Çiyager mezin kirin û ji bo azadiyê feda kirin.

Rêber Apo bû rizgariya jina ku di jiyanê de weke lekeyek reş dihat dîtin, ji bo wê rêz nedihat girtin û li ser sifrê jî cihê wê nebû. Jin bi cewhera wê re anî cem hev, hebûn û hêza jin da nasîn û ji bo derxistina hêza xwe zemîna ku divê jin bi pergala heyî re çawa têbikoşe afirand. Bi hişmendiya ziman, çand, nirx û ehlaqê civakê bi rastiya jinê re wê pêk bê, têkoşîna heqîqeta jin da. Gelek jin berê xwe dan fersefeya Rêbertî û bi hişmendiya ku vê felsefeyê ava kirî Sakîne, Zîlan û Bêrîtanan bi helwest û sekna xwe zîhniyeta serdest a mêr têk birin û ji bo felsefeya Rêbertî bigihînin jinên cîhanê xeta rizgariyê afirandin.

Rêber Apo ku li dijî pergala ku mirovahiyê qetil dike û nirxên exlaqî yên civakê tine dike, têkoşîna şoreşgerî pêş dixe, rastî êrîşa dewletên hegemonîk tê. Bi paradîgmaya ku Rêber Apo daye pêş, dewletên mêtînger nikarin bijîn. Dema ku civak bi felsefeya Rêbertî kûr bibe wê neteweperestî, nîjadperestî û faşîzm ji nava civakê derkeve û mirovahiya azad derkeve holê. Ji ber vê sedemê Rêbertî bi salan rastî êşkenceya Îmraliyê tê. Lê belê Rêber Apo bi zayîna nû ya li dijî pergala Îmraliyê ev sîstem hilweşand û di şexsê gelê Kurd de têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelan domand.

Bi têkoşîna bê hempa ya Rêber Apo re, di 8’ê Adarê de felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ bi agirê Newrozê re hat girêdan û gelê me yê ku dilê wan bi şoreşê lêdixist di pêşengiya jinan de li dora Rêber Apo hat cem hev. Em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêbertiya xwe weke vejîna gelê Kurd û azadiya jinê dibînin, em vê roja giranbuha bi coşeke mezin pêşwazî dikin, weke hêzên YPS-YPS JIN em soza berfirehkirina têkoşîna xwe didin û Dayê Uweyş a ku Rêber Apo aniye dinê û mezin kiriye bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Simko Dîcle: Pêşewa Qazî Mihemed ji me re dibêje ku ger em xwe bispêrin hêzên derve bi ser nakevin

Nivîsa Pêş

Gerîlayên Azadiyê bi hêviya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û paşerojeke azad şitil çandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Gerîlayên Azadiyê bi hêviya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û paşerojeke azad şitil çandin

Gerîlayên Azadiyê bi hêviya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û paşerojeke azad şitil çandin

Karayilan: 4’ê Nîsanê rojbûna felsefeyeke nû ye

Karayilan: 4'ê Nîsanê rojbûna felsefeyeke nû ye

Manşet

  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.