MEXMÛR – Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê 4’ê Nîsanê bi coşek bi heybet pîroz kir.Kampa 7 heta 70 ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê hatin cem hev. Destpêkê kesên ku şitil çandin 4’ê Nîsanê li her kesî bi taybet li Rêber Apo pîroz kir. Piştre li Navenda Çand û Hunerê hatin cem hev û dest bi bernameyên xwe kirin.
Çalakî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Komîteya Perwerdeyê Bêrîvan Kaya axaftinek kir. Di merasîma bi dirûşmeyan de ciwanan gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.