Qamişlo – Di bin drûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî”, îro evarê seet 8:00’an de bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan ya Qamişlo 74’emîn rojbûna Rêber APO hat pîroz kirin. Bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo û saziyên sivîl tevlî şahiyê bûn, her wiha şahî ber Navenda Ciwanan hat li dar xistin.
Beriya ku şahi destpê bike ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştre di axaftina rojbûna Rêber APO hat pîroz kirin û wiha hat gotin: “Rojbûna Rêbertî rojbûna jinan e. Em soz didin heta dawiyê emê şopdarê rêya Rêbertiya xwe bin” Her wiha agir bi nivîsa “Rojbûna te pîroz be Rêber APO” hat pêxistin.
Li derdora agir jî meşale hate hildan û dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” hatin qîrîn.
https://youtu.be/_FCWGLGM1V0
Di şahiyê de stran hatin gotin û govend hat gerandin.
Şahi bi coş bi dawî bû.