HESEKÊ – Îro li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi serpereştiya ciwanên MSD’ê (Meclîsa Sûriyeya Demokratîk) şitil hatin çandin. Bi boneya rojbûna Rêber Apo îro li Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Suriye û Partiya Kesk ya Kurdistanê bi dehan şitil hatin çandin.
https://www.youtube.com/watch?v=VyWxThQzRNE
Endama Partiya Kesk ya Kurdistanê Şîrîn Davut Abbas ji ajansa me re axivî û diyar kir ku wan şitil li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kirin. Abbas piştre diyar kir ku wan 4’ê Nîsanê li her kesî bi taybet li Rêber Apo pîroz kir.
Endamê Ciwanên MSD’ê Şoreş Şengalî jî bal kişand ser girîngiya 4’ê Nîsanê ya ji bo gelê Kurd û diyar kir ku rojbûna Rêber Apo ji bo hemû gelên bindest zayîna azadiyê ye.
Şengalî wiha dewam kir; “Îro weke ciwanên MSD’ê ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê em hatin gel hev. Em vê rojê li hemû heval û şehîdên xwe pîroz dikin. Her wiha em 10’emîn salvegera damezrandina YPJ’ê pîroz dikin. Em diyar dikin ku em ê li ser şopa şehîdan bimeşin.”
NC // Cemîl Cûdî