Kobanê – Li navçeya Qinê ya li rojavayê bajarê Kobanê, bi dehan ciwanên ji herêma Firatê li hev kom bûn û meşek lidar xistin.
Meşa ku bi dirûşma “Bimire xiyanet, Bijî berxwedana gerîla” hate lidarxistin, heta gundê Qordînê dewam kir.
Li gundê Qordînê jî ciwanan ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz girtin û piştre endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Hîlal Xalib daxuyaniyek da.
Xalib got, dijmin bi rêya xiyanetê karê xwe dimeşîne ji ber ku bi rêya şer nikare bi ser bikeve. Xalib got, “Em ê li hemberî her cûreyê xiyanetê serî hildin û wan tune bikin.”