BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ev agahî da:
“Di 6’ê Nîsanê de derdora gundê Bêbadê yê Garê, berpalên Xêrê û çeperên berxwedanê yên li Sîdayê bi balefirên şer 8 caran hatine bombekirin.
Di 5 û 6’ê Nîsanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Fm, çeperên berxwedanê yên Çemço û Sîdayê bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran 33 caran hate bombekirin.”