NAVENDA NÛÇEYAN – 4’emîn rêzekonferansa ku bi dirûşmeya “Li dijî Modernîteya Kapîtalîst Rabûn”, di roja 2’an de bi nîqaşên li ser hunerê bi dawî bû.
Di konferansa bi sernavên “Em Cîhana xwe Şûn de Dixwazin”, “Li ber xwe bide, şûn de bistîne û ji nû ve ava bike” û “Perwerdeya otonom bike û rêxistin bibe” de, bi moderatortiya pêşkêşvan Targol Mesbah panelek bi naveroka “Huner di roja me de çawa dikare alîkariya tevgerên şoreşgerî û têkoşînên wê bike” û “Gelo huner zanistekî azadiyê ye?” panelek hat lidarxistin.
Ji Fîlîstînê hunermend Ayreen Anastas, ji Îranê hunermend Rene Gabrî û xwendevanê aktîvîst ê Hollandayî Davîd Neûrdenbûrg weke axaftvan tevlî panelê bûn.
Aktîvîstê Hollandayî Davîd Neûrdenbûrg destpêkê axivî û got: “Hêzên desthilatdar ên ku dixwazin dîroka Kurdistanê tune bikin, bi arkeologên ku dewleta piştgiriya wan dike re xebitîne. Bi taybetî li Kurdistanê gelek berhemên dîrokî yan hatine windakirin, yan jî hatine revandin. Hatiye xwestin ku mîrateyên Kurdan û Êzîdiyan bi vî rengî di dîrokê de tune bibe. Li Rojava piştî şoreşê, Muzeya Arkeolojiyê ya taybet hat avakirin. Bi taybetî DAÎŞ’ê li Sûriyeyê gelek zirar da berhemên dîrokî.”
Piştre Rene Gabrî jî axivî û got: “Huner ji bo me ne tenê qadek e ku profesyonelan afirandiye. Qadek e ku têkoşîn û jiyan lê şêwe digire. Huner ji bo me hemûyan e.”
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.