NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan ragihand ku di çarçoveya pêngava KJK’ê de bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî” dest bi kampanyayê kirin.
Endama KJC’ê Ronahî Kurdistan li ser girîngiya kampanyayê axivî û diyar kir ku divê jinên ciwan bi xurtî beşdarî kampanyayê bibin.
Dijmin ji vîna jinê, hêza jinê ditirse
Di serî de em hemû şehîdên şoreşê bi bîrtînin û li ber wan serê xwe ditewînin. Em berxwedana hevalên xwe yên ku niha li çeperan şer dikin û li ber xwe didin silav dikin.
Şerê ku li çiyayên Kurdistanê pêş dikeve bi pêşengiya jinan pêş dikeve. Şer bi pêşengiya jinan tê qezenckirin. Helbet ger em weke jin bi vî rengî li dijî dijmin şer bikin ev bi saya fikir û felsefeya Rêbertî ye. Me 50 salên din têkoşîna Rêbertiyê, Newrozeke din li pey xwe hişt. Di nava gel de jî dibe ku moral pêş bikeve. Berxwedana jin û ciwanan a li Bakurê Kurdistanê li ber çavan bû. Ji dijmin re derbeke mezin bû. Her dengê ku ji me derdikeve derbeyek li dijmin e.
Dijmin tim ditirse. Dijmin ji vîna jinê, hêza jinê ditirse. Li hemberî êrîş û hovîtiya dijmin, dagirkeriya wî têkoşîneke mezin dide. Fikr û felsefeya Rêbertiyê li vir pir bi hêsanî derdikeve holê.
Konferansa Jinan a Cîhanê ku pêk hat jî bandorek mezin kir. Di vê konferansê de jinên ji Ewropa, Afrîka û Rojhilata Navîn hatin cem hev. Li vir em pêngava ku jin dixwaze biavêje bi zelalî dibînin. Divê ev yek bi taybetî ji bo jinên Ereb bê gotin. Jin ewqasî tê çewisandin, ev qas sal e koletî jiyaye, bê îrade ye û bê deng e, mafê wê her tim tê xwarin, li tu derê ku bixebite tu mafê wê nîne. Di civaka Ereban de jî mirov dikare vê yekê bibîne. Loma jî beşdarbûna konferans û civînan pir girîng e. Jin êdî gihiştiye vê hişmendiyê. Hêza ramanê ya jinê çavên hemû cîhanê vekir.
Zihniyeta serdest a mêr 5000 sal in xwe li ser civakê ferz kiriye
Li Rojhilata Navîn her serhildan û her pêşengek jinan li Kurdistanê ye… Helbet êrîşên ku me behs kirin ne tenê ji bo jinên Ereb, ji bo jinên Kurd jî derbasdar in. Jinek di kîjan xebatê de be, ji kîjan zimanî û çi çandê be, heta Ewropayê êş yek e. Ji ber ku zîhniyeta serdest a mêr 5000 sal in xwe li ser civakê ferz kiriye. Ev zexta li ser civak, jin û zarokan di her warî de, belkî bi polîtîkayên cuda tê meşandin.
Lê yekane hêz, yekane hegemonya ev e. Yekane armanca wê tunekirina vîna jinê, vîna ciwanan e. Ji ber ku weke tê zanîn jin û ciwan pêşengên civakê ne.
Em bi taybetî behsa jina ciwan bikin. Ji ber ku jinên ciwan di civakê de rola herî mezin dilîzin. Em îro vê bi zelalî dibînin. Telefon û înternetê her kesî heye. Tê dîtin ku jin çiqas rastî tecawizê tên, çiqasî rastî îstîsmarê tên, îradeya jinê çiqasî tê şikandin, di civakê de çiqas jin tên kuştin. Ne tenê li Kurdistanê, li her derê jin tên qetilkirin û tunekirin. Bi qetilkirina jinê dixwazin vîna wê bişkînin, dixwazin tine bikin. Dixwazin jinan di warê fikir, vîn, hêz û hebûnê de tine bikin.
Her tişt bi pêşengiya jinan pêş ket
Di cîhanê de her tişt bi pêşengiya jinan pêş ket. Dixwazin tine bikin. Ji ber ku jin bi fikrên Rêbertî serî hildidin. Jin Jiyan êdî bi dirûşma Azadî dixwaze xwe nas bike. Dixwaze hebûna xwe bizane. Lê pergala heyî rê nade vê yekê. Weke jin, xwenasîn di xala xwe naskirinê de, di xala xwe naskirinê de, di xala xwenasînê de, wek ku dSerokati jî gotiye “Xwebûn” pir girîng e. Ji bo vê berxwedaneke mezin pêwîst e.
Em dibînin ku heta niha pêşketiye, îradeya wê heye, îradeya fêmkirinê jî heye. Lê ev têrê nake. Pêdivî ye ku ew bêtir were mezin kirin. Heger li Afganîstanê jinek were kuştin, bila wek ku em li wê bin tevbigerin. Ger li Bakurê Kurdistanê jinek hat qetilkirin bila weke êrîşeke li ser me binirxînin.
Divê her jineke ciwan a bi zanebûn van êrîşan weke ku li wê hatiye kirin binirxîne. Divê jin zanibe ku êrîş li wê tên kirin. Ji ber vê jî weke jin pêwîstiya me bi rêxistinbûneke xurt heye. Werin em bi rêxistinbûn û yekîtiya jinan vê faşîzmê hilweşînin.
Divê em li hemberî êrîşên li dijî welatê xwe jî bi heman awayî li ber xwe bidin. Ji ber ku em dibêjin welat dayîk e. Wê demê divê em êrîşên li dijî welat weke êrîşên li dijî jinan binirxînin. Di jinê de prensîba yekem welatparêzî, dilsoziya bi welatê xwe re ye. Wê demê girîng e ku jin li dora xwe birêxistinkirinê bi rêxistin bike, bi wê re têbikoşe û bi wê re ehlaq û bedewiyek, etîk û estetîkbuyîn derbixe holê.
Her jineke ciwan ku dengê me dibihîse divê tevlî vê kampanyayê bibe
Me weke jinên ciwan bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî” dest bi kampanyayekê kir. Em jî bi vê pêngava tevgera xwe ya jinan razî ne. Her jineke ciwan ku dengê me dibihîse divê beşdarî vê kampanyayê bibe. Bi rêxistinbûn û yekîtiya jinan em dikarin dijmin têk bibin. Her ku em derbasî sala nû dibin, divê em rêxistina xwe xurt bikin. Divê em dengê xwe bigihînin her jineke ciwan. Werin em bi pêşengiya vê kampanyayê li her derê rêxistina xwe xurt bikin. Divê em zêdetir jinan bi rêxistin bikin, hişmendiya wan bilind bikin û wan hîn bêhtir perwerde bikin. Werin em jinên ciwan hîn zêdetir têkoşînê bikin.
Weke ku tê zanîn berxwedana ku li çiyayên Kurdistanê pêşket, bi pêşengiya jinên ciwan pêş dikeve. Hevalên ku di çeperên berxwedanê de şer dikin bi ruhê ciwantiyê li ber xwe didin. Rêbertiya me got, “Me ciwan dest pê kir, em ê ciwan biqedînin”. Ev ruh li her derê tê meşandin, berxwedan pêş dikeve, têkoşîn pêş dikeve.
Nêzî 5-6 meh in li Rojhilatê Kurdistanê berxwedaneke mezin a gel tê meşandin. Ev yek bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” ya ku Rêbertî pêş xistiye pêş ket. Li Rojhilatê Kurdistanê jin bi taybetî jinên ciwan li zanîngeh û dibistanan berxwedaneke mezin nîşan didin. Bi vê dirûşmê ne tenê jin, mêr jî li ber xwe didin. Ji ber ku hêviyê dide. Bi jina azad re welatekî azad ava dibe. Em dikarin dîsa welatê xwe azad bikin. Bi têkoşîneke xurt û fikreke xurt em dikarin bibin kesayetên azad.
Weke jinên ciwan em zanibin ku barê me pir giran e
Niha mêr jî vê sloganê diqîrin. Ev hêviyek mezin e. Ev yek di pêşengtiya Rêbertî de pêş ket. Ji ber ku Rêbertî got min xwe azad kir û got divê jin azad bibe. Bêyî azadiya jinê welat azad nabe. Heta welat azad nebe mirov azad nabe. Her tişt bi pêşengiya jinan pêş dikeve. Weke jin bi taybetî jî weke jinên ciwan divê em zanibin ku barê me pir giran e û erkên me pir giran in. Li ser vî esasî em xwe berpirsyar bibînin. Pêwîstiya welatê me bi pêşengiya jinê heye. Em vê weke berpirsyariyeke şoreşgerî bibînin.
Divê her jin berê xwe bide çiyayan. Ji ber ku jin ancax li çiya dikare azadiya xwe bibîne. Divê ew xwe baştir bike. Divê di xwe de kesayetiyeke xurt biafirîne. Divê mil bi mil li dijî dijmin şer bike. Lê ne hemû tişt e, jin li ku be, çi li malê, çi li ser înternetê, çi di medyaya sanal de dikare têkoşîna xwe xurt bike. Dikare êrîşên li dijî jinê red bike. Ev jî têkoşînek e. Yanî têkoşîna her jinekê û her ciwanekî tirsê di dijmin de çêdike.
Divê em bi berxwedan û têkoşîna xwe Rêbertiyê bi awayekî fîzîkî azad bikin. Êrîşên li ser Rêbertiyê hatine pêşxistin, êrîşên ji bo qirkirina Kurd, jin û ciwanan hatine pêşxistin. 2 sal in tu xeber ji Rêber Apo nayê. Divê ev ji bo me bibe pirsgirêk. Bila vê qebûl nekin. Divê redkirina jin û ciwanan derkeve holê, serhildan derkeve holê. 50 sal in gelê Kurd ê Rêbertiyê bi taybet ji bo ciwanan têdikoşe.
Werin em jiyanek azad bijîn. Werin em li welatekî azad bijîn. Rêber Apo pêşengiya vê kir. Ka em bipirsin ka bersiva me ji vê yekê re çi ye.
Herî dawî em weke jinên ciwan em bi vê kampanyayê xwe xurt bikin. Werin em xwe bigihînin her jinê. Werin em bi “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” xwe bigihînin her derê.