BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne daxuyaniyek weşand:
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di sala 2020’an de ku yek ji wan salên ku êrîşên qirker û mêtinger ên li dijî têkoşîna azadiya gelê me zêde bûbû, gerîlayên azadiya Kurdistanê di xeta berxwedanê de ya ku bi hezaran şehîdan bi hewldanên xwe yên bêhempa heta roja îro anîne, israr kir. Gerîlayên azadiyê bi îradeya Apoyî êrîşên dagirkeran têk bir. Di sala 2020’an de ku lehengiyeke mezin hate jiyîn, hevrêyên me Evrîm û Devrîm di 13’ê Cotmehê de, hevrê Hogir û Jîr di 7’ê Cotmehê de, hevrêyên me Tîrêj û Givara jî di 19’ê Cotmehê de li qadên cihê şehîd bûne.
Ji ber şehadeta hevalên me yên fedakar ên ku kedeke mezin di nav refên gerîlayan dan, em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê û ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me dixwazin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Evrîm Botan
Nav û paşnav: Aysel Ocal
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Nazmiye – Sadûn
Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Cotmeha 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Devrîm ÇAvreş
Nav û paşnav: Zeynep Kûday
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Meryem – Menduh
Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Cotmeha 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Hogir Qamişlo
Nav û paşnav: Huseyîn Ahmed
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Navê dê û bav: Hiyam – Zenûn
Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Cotmeha 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Jîr Baz
Nav û paşnav: Mazlûm Demîr
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Meryem – Abdulvahît
Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Cotmeha 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Tîrêj Botan
Nav û paşnav: Firat Baysoy
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Ayşe – Nîmet
Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Cotmeha 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Gîvara Behrî
Nav û paşnav: Ronî Xelîl
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Navê dê û bav: Nalîn Îdrîs
Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Cotmeha 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
EVRÎM BOTAN
Hevrêya me Evrîm li gundê welatparêz Xavista yê navçeya Şaxê ya Wanê ji dayik bû. Ji derdora wê tevlêbûna nav gerîla pêk hatiye û xizmên me yên di nav refên gerîla de şehîd bûne. Hevrêya me Evrîm di biçûkatiya xwe de li gund û zozanan gerîla dîtiye û cara pêşîn tevgera me ya azadiyê ji nêz ve nas kiriye. Ji şêwazên jiyan, hevrêtî û têkiliyên gerîlayên ku dîtibû bandor bû. Ji ber vê yekê xeyala wî ya tevlîbûna nava refên gerîla bû. Hevrêya me Evrîm bi dîtina sadebûn û durustiya di şêwaza jiyana gerîla de fêm kir ku weke jin ancax di nava refên gerîla de tama azadiyê dike. Ji ber vê yekê fêm kir ku ew tenê dikare xwe di nava refên gerîla de bibîne. Ji ber ku xizmên wê yên nêzîk tevlî nava refên gerîla bûne vî tiştî bandor li ser hevrêya me Evrîm jî kiriye û di sala 2013’an de tevlî nav refên gerîla bûye.
Hevrêya me yê ku dema destpêkê tevlî gerîla bû demekê li herêma Şaxê ma, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrê Evrîm berê perwerdehiya Şervanên Nû dît û piştre jî Perwerdehiya Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî û perwerdehiya çekên giran dît û di taktîkên şerê gerîla de bi lez xwe kûr kir. Di vê pêvajoyê de bi perwerdehiya bîrdozî ya ku girtiye tevlîbûna wê ya hestyarî veguheriye tevlîbûneke hişmendî. Bi perwerdehiya ku dît, xwe, zayenda xwe û rastiya me ya giştî baştir fêm kir. Ji analîza Rêbertiya me ya azadiya jinê gelekî bandor bû. Di vê perwerdehiya analîzan de bi kûrûnên ku jiyabû, pîvanên jina azad hê zêdetir eşkere kir. Weke gerîlayeke pêşeng a YJA Starê, hevrêya me dixwest li dijî êrîşên qirkirin û qetlîamê yên li ser gelê me têbikoşe û gelê me ber bi pêşerojeke azad ve bibe. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gelê me, yekser cihê xwe di nava refên berxwedanê de girt. Hevrêya me Evrîm a ku demeke dirêj li dijî êrîşên DAIŞ’ê li ber xwe da, bi têkoşîna xwe tola bi hezaran jinên ku li bazarên koleyan hatin firotin û qetilkirin, hilanî. Hevrêya me ya ku di şerê dijwar de carekê bi giranî birîndar bû, dîsa bi biryar û îradeyek mezin li ber xwe da û li cihê ku lê mabû têkoşîna xwe domand. Hevrêya me ya ku bi kûrahiya xwe ya bîrdozî û hem jî bi ezmûna xwe ya leşkerî karîbû bibe fermandareke jêhatî ya YJA Starê, piştî ku erka xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi dawî kir, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Piştî ku vegeriya çiyê, li Akademiya Şehîd Berîtan a jina azad beşdarî perwerdeya bîrdozî û leşkerî bû û pratîka xwe ya şerê demdirêj nirxand. Hevrêya me ji bo pêşketinên bihêztir bi dest bixe û xwe bigihîne kesayeta fermandariya pêşeng a serdema nû, pêngaveke şoreşgerî kiriye.Hevrêya me ya ku di xeta azadiya jinê de xwe pêş ve bir û bû fermandara YJA Starê ya ku di taktîkên şer ên serdema nû de bûye pispor. Hevrêya me ya ku ewil çû herêma Heftanînê, yekser cihê xwe di nav eniyên şer de stend. Bi tevlîbûna li gelek çalakiyên li qada Heftanînê, peywira xwe ya pêşengtiyê bi cih anî. Bi lehengiya xwe ya di şer de hêz û moral dida hevrêyên xwe û hem weke hevrê û hem jî weke fermandar erkên xwe bi cih anî.
Hevrêya me piştre derbasî herêma Metîna bû û li wir erka xwe ya leşkerî berdewam kir, di 13’ê Cotmeha 2020’an de di encama êrîşa dijmin de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ku heval Evrîm ji me re hiştiye, bigihînin serfiraziyê.
DEVRÎM ÇAVREŞ
Hevrêya me Şoreş li Silopyaya ku yek ji navendên girîng ên berxwedanê yên Botanê ye, di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbat û derdora ku lê dijiya xwedî hişmendiyeke kûr a welatparêziyê bû hevrêya me Devrîm ji ciwaniya xwe ve firsend dît ku partiya me nas bike. Dema ku dijmin êrîşên xwe zêdetir kir û gerîla bi çalakiyên xwe gelê me parast, vî tiştî bandoreke mezin li ser heval Devrîm kir. Ji ber vê heyraniya wê ya ji bo gerîla zêdetir bûye. Çend caran li çiyayê Cûdî rastî hevrêyên me hatiye û jiyan, têkilî û qîmeta ku hevrêyên me dida gelê me dîtiye dîtiye û van tiştan bala wê kişandiye. Tevlîbûna xizmên wê yên di nava gerîla de û şehadeta yek ji xizmên wê yên milîs bûye sedem ku heval Devrîm lêgerîna xwe zêde bike. Hevrêya me Devrîm ku hê beriya tevlî nava refên gerîla bibe, li ser Rêbertiya me rawestiya, rojekê piştî ku di xewna xwe de Rêbertî dît, di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîla bû.
Hevrêya me Devrîm ku di sala 2015’an de ji bo parastina gelê me li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir, piştî perwerde û pratîkeke demkurt a li Avaşînê, nêzî 5 salan li dijî DAIŞ’ê şer kir û gelê me parast. Hevrêya me Devrîm ku tola êrîş û qetlîamên çeteyan ên li dijî jinan weke yek ji xebatên xwe yên herî sereke nîşan da, bi hêrseke mezin tola bi hezaran jinên ku bi şerên bi lehengî hatin qetilkirin hilanî. Hevrêya me ku bi beşdarbûna di gelek pêngavan de di têkbirina çeteyan de rol lîst, di vê pêvajoyê de xwe di warê leşkerî de pêş xist, tecrubeyên girîng bi dest xist û bi vî rengî bû fermandareke jêhatî ya YJA Starê. Hevrêya me piştî ku erka xwe ya di şerê li dijî çeteyan de bi awayekî serkeftî pêk anî, vegeriya çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Devrîm yek ji hevrêyên me ye ku bi tecrubeyên ku di şer de bi dest xistiye û bi pêşketina xwe ya di xeta jina azad de ruhê fermandariya serdema nû temsîl dike, li qada Metîna erka xwe ya şoreşgerî berdewam kir. Hevrêya me Devrîm a ku yek ji armanca wê ya herî mezin ew e ku di bin banê Hêzên Taybet de kûrahiyên ku jiyaye ber bi têkoşîneke bi fêdetir ve bi rê ve bibe, bi vê yekê xwest bi pêkanînên bi bandortir jiyana xwe ya fedaî nîşan bide. Hevrêya me ya ku di 13’ê Cotmeha 2020’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû, tevî ku nekarî vê daxwaza xwe bi cih bîne, bi helwesta xwe ya jiyanê bû fedakar û bûye milîtaneke ku hemû hevrêyên wê, wê wekî mînak bibînin.
HOGIR QAMIŞLO
Qamişlo bajarê berxwedanê yê Rojavayê Kurdistanê, ji rojên destpêkê ve xwedî li têkoşîna me ya azadiyê derketiye û bi hezaran zarokên leheng tevlî nav têkoşîna me kiriye. Hevrêyê me Hogir di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû, bi pêkanîna Şoreşa Azadiyê ya Rojava re dest bi naskirina tevgera me ya azadiyê kir. Welatparêziya kûr a malbatê û geşedanên Şoreşa Azadiyê ya Rojava hişt ku rêhevalê me Hogir cihê xwe di nava refên têkoşînê de bigire. Pêşî ji bo parastina gelê me li hemberî êrîşên çeteyan ên li ser Rojava, tevlî yekîneyên berxwedanê bû. Bi enerjiya xwe ya ciwantiyê û bi dilsoziya xwe ya kûr a ji bo gelê me, di demeke kin de di nava refên têkoşînê de xwe bi pêş ve bir û bi tevlîbûna di gelek çalakî û pêngavan de erka xwe ya şoreşgerî bi cih anî. Bi cesaret û tevlêbûna xwe ya bê xem di çalakiyan de pêşengî ji hemû hevrêyên xwe re kir û bi serkeftinên xwe bû şervanekî mînak. Her çiqas di vî şerî de ji her du lingên xwe bi giranî birîndar bibû jî, bi lez û bez birînên xwe derman kir û cihê xwe di eniyên berxwedanê de girt. Di şerê dijwar de hevrêyê me Hogir ê ku erka parastina gelê me bi cih anî, hewl da felsefeya Apoyî ya îlhama Şoreşa Azadiyê ya Rojava fêm bike. Hevrêyê Hogir jî dixwaze bibe milîtanekî Apoyî û dizane ku herî baş li çiyayên Kurdistanê, di nava refên gerîla de dikare vê bike. Hevrê Hogir ê ku di sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk a qirker êrîşeke mezin li dijî gelê me û Tevgera me pêk anî, tevlî nava refên gerîla bû, li hember van êrîşan di destpêkê de helwesta xwe diyar kir û di berxwedanê de israr kir.
Piştî ku tevlî nava refên gerîla dibe, her tim heyraniya xwe ya ji bo xwezaya bi heybet a çiyayên Kurdistanê tîne ziman. Hevrêyê me yê ku diyar kir ew ê jiyana xwe ya gerîlatiyê ya bi xwezayê ve girêdayî ye, ji jiyana madî dûr ketiye, her roja ku derbas dibû ruhê xwe û cîhana xwe ya watedar pêş dixe. Di rêwîtiya xwe ya ber bi heqîqetê de ku bi tevlîbûna nava refên gerîla dest pê kir, her dem dest ji perwerdehiya xwe berneda û di demeke kin de bû milîtanekî Apoyî yê jêhatî û xwedî tecrube. Hevrêyê me Hogir zane ku weke milîtanekî Apoyî li dijî êrîşên dijmin ên li ser gelê me yên li gelek herêmên Kurdistanê bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêwîst e bersivê bide, dizane ku ji bo vê pêwîste xwe di nava gerîla de perwerde bike. Hevrêyê me yê xwedî tecrubeyeke girîng a leşkerî ye, ji bo xwe di taktîkên gerîla û têgihiştina serdema nû de kûr bike kedeke mezin daye. Hevrêyê me yê ku bi dilgermî dixwest di şaxê sabotajê de ku di pêşxistina şerê me yê azadiyê de cihekî girîng digire, bi vê armancê perwerdeya sabotajê dît. Hevrê Hogir ku bi serkeftina xwe ya di pêvajoya perwerdeyê de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak, di dawiya perwerdeyê de bi mayîna li akademiyan erka perwerdekirina hevrêyên xwe girt ser xwe. Hevrêyê me yê ku her roja ku derbas dibû tiştên ku hîn dibû zêdetir pêş dixist, bi dehan hevalên xwe perwerde dikir. Hevrêyê me yê ku bi kelecan û hezkirineke mezin pêşketina hevrêyên xwe dişopand, di vê pêvajoyê de gelek tişt ji hevrêyên xwe fêr bû. Hevrêyê me Hogir ku bi kesayeta xwe ya fedakar û dilê xwe yê tijî evîna hevrêtiyê bandoreke girîng li hemû rêhevalên xwe hişt, dema ku li ser erka xwe bû di êrîşa dijmin de bi şehadeta xwe tevlî karwanê nemiran bû. Em hevrêyê wî em ê mîrateya berxwedanê ya hevrêyê xwe Hogir biparêzin û teqez xeyala Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin.