Dirbêsiyê – Yekîtiya Jinên Ciwan li Dirbêsiyê qampek 5 rojî birêxistin kirin û îro saetên sibê kamp, ji bo kampanyayeke nû e “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hat vekirin. Hemû amadehiya qampê jî û hemû çalakî û xebatên qampê jî ji hêla jinên ciwanan ve hatin birêxistinkirin. Bernameya qampê hat diyarkirin û li gor bernameyê çalakî û xebatên çandî, werzîşî û perwerdehî bi cih anîn. Armanca kampanyaya 5 rojan naskirina kampanyaya nû ye. Bo nimûne jinên ciwan çawa xwe baştir birêxistin bike, ji bo xwe li hember êrîşên yên rojane yên dijmin baştir biparêzin xwe bi rêxistin bikin. Ji bilî wê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê ya Rêber APO nas bikin û bijîn.