BEHDÎNAN – Der barê êrîşên artêşa Tirk a dagirker de ev tişt gotin:
“Li herêma Zapê;
9’ê Nîsanê saet 11:30’î çeperên me yên berxwedanê yên Sîda rastî êrîşa artêşa Tirk a dagirker hatin, hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dan û têkilî danîn.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe;
Di 9’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên Sîda bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di 9 û 10’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên li herêma Berxwedana Girê Cûdî, Çemço û Sîda 16 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”