MEXMÛR – Duho di demjimêr 20:00’an de li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li Saziya Malbatên Şehîdan di roja biranîn dayîka Uveyş, de gelê Mexmûrê bi sivezonekê dayîka Uveyîş bi bir anîn. Beriya ku biranîn were destpêkirin deqeyek rêz hat girtin, piştî rêzgirtinê li ser wate û giringiya rojê Bêrivan Îşlek axvî û bal kişand li ser rihê berxwedana jinê û got: “Dayîka Uveyş rihê brexwedana jinê temsil dike û di xwe de vî rihî daye jiyandin. Hestê azadiya jinê di Rêber APO de afirand.”
Her wisa piştî Bêrivan Îşlek axaftinên xwe qedand, sînevîzonek di derheqê jiyana dayîka Uveyş de hat temaşekirin. Dayîkên Mexmûrê bi temaşekirina jiyana dayîka Uveyş, hem nukirina rihê berxwedana jinê û hem ji xemginî di royê wan de nişan da.
Bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” biranîn bi dawî bu.