HESEKÊ – Jinên Ciwanên Xwendekar endama tevgera xwêndekarên demokratîk ji bo piştgiriya jinên Ciwan kû li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di berdewamî a Serhildana ʹʹJin, Jiyan, Azadîʹʹ de bênavber hemberî erişî hovane û jehrî kirinan tên,daxuyaniyek da.
https://youtu.be/wO42bQGxAQw
Daxuyanî li Navenda Tevger a Xwêndekarên demokratîk li Rojavayê Kurdistanê ya li bajarê Hesekê hat dayîn û ji aliyê Narîn Endama tevgerê xwêndekarên demokratîk ve hat xwendin.
ʹEm her tim piştgîrîya Serhildanên Rojhilat û Îranê bi drûşmeya Jin Jiyan Azadî Bikinʹ
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de rola xwendekaran û jinên ciwan berçav e Liser vê esasê Jinên ciwan hemberî erişî hovane ya bênavber a rejîma îranê tên û hate gotin:
Ji bo raya giştî
Dewleta îranê li dijî Serhildanên gelên îran û Rojhilatê kurdistanê komkujiyan pêk tîne. Rêjîma îranê jibo bêdeng kirina serhildanên ku bi pêşengtiya jinan û bi slogana Rêber Apo ” Jin Jiyan Azadî ” geş dibe û bênavber didome rêbazên cûrbecûr bikar tîne. Jibo vı jî gelek Jinên Ciwanên ku pêşengtiya vê serhildanê dikirin bi awayêkî herî hov li ber çavê hemû mirovahiyê darve kirin. lê dîsa jî dewleta faşîst a îranê tenê bi van kiryaran re sinûr dar nema. Herê dawî bi jehrî kirina xwêndekarêm jin yê kû roleke pêşeng di wê serhildanê de dilîstin û ji ber kû li dijî hovîtiya faşîzma îranê bêdeng neman.
Em wek tevgera xwêndekarên demokratîk van kiryara qebûl nakin ji bona wê em tevlî hemleya ”Jin Jiyan Azadî Ser bixe Azadî ” dibin. Jibo bilind kirina dengê serhildan yên jinên îran û Rojhilatê Kurdistanê emê wekî jinên ciwan yêk xwêndekar her tim li qadan bin.
Xwendekaran di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev 44 sal e dewleta Îranê girtin, kuştin û darvekirin kiriye şêwazê parastina rejîma xwe û bal kişand ser jehrîkirina xwendekarên keç û got: “Bêguman ev ji bo rejîma Îranê ne hedefekî ji rêzê û tesadûfî ye. Heya niha di nava bajarên Rojhilat wekî Sine, Mehabad, Îlam, Kirmaşan, Seqiz, Merîwan û Bokan de û di nava bajarên Îran de jî Tehran, Qom, Îsfehan, Kerej û Şîraz de xwendekarên zêdetirî 500 dibistanan rastî êrişên gazên kîmyewî hatine û zêdetirî 9 hezar xwendekar hatine jehrîkirin. Ji nava wan jî herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nava wan de hin jê xwendekarên zanîngehan in, lê piranî dibistanên navîn û amadehî ne.”
Em wek xwêndekarên Jin vê tundiyê û Jehr kirina xwêndekarên qebûl nakin û em bê helwest namînin. Em her tim piştgîrîya Serhildanên Jin Jiyan Azadî bikin.
Bijî Serok Apo
bijî Hemleya Jin Jiyan Azadî Ser bixe Azadî
Bê Serok Jiyan Nabe
Jin Jiyan Azadî
https://youtu.be/oHdNSrLL6VI