NAVENDA NÛÇEYAN – Weke tê zanîn hûn jî li Kurdistanê li ser partiyekî, Rêberek kurdistanê ne. Tiştên we ji bo maf û daxwaziyên gelê Kurd ava kirine çi ne? Di pêşerojê de gelê Kurd dê xwe bigihêne çi? Dema ku gelê me bigihêje armanca xwe gavên lez ê ku bê avêtin çi ne? Berê wê li ser rewşa Kurdistanê bikûrahî rawestiyan. Vê gavê şer her tişt dide diyarkirin. Dema ku şoreşa Bakurê Kurdistanê gihişt çareseriyê wê pirsgirêka kurdistanê çareser bibe. Ger şoreşa Bakurê Kurdistanê bimeşe wê tevahiya Kurdistanê bimeşe; di rewşa sekinandina vê de jî dê ev tenê ne ketina PKK’ê be, ketina hemû gelê mê yê Kurd be. Tu kes nikare vê înkar bike. Ger ku ev şoreş li Bakur bigihêje serkeftinê li wir bostekî pêş ve biçe, Kurdên Başûr û Rojhilat deh bost pêş ve biçin; ger ku Bakurê Kurdistanê
bigihêje serkeftinê wê hemû Kurdistan bigihêje serkertinê. Şoreşa Bakurê Kurdistanê kîlîda her tiştî ye, kîlîda hemû Kurdistanê ye. Tenê kîlîda îro nîne, kîlîda hemû dîrokê ye.
Ma tu dixwazî dîroka Kurdistanê fêr bibî, ev di şoreşê de ye. Ma tu dixwazî xwezaya Kurdistanê binasî ev di şoreşê de ye. Ma tu dixwazî li Başûrê Kurdistanê bimînî, divê tu li Bakurê Kurdistanê dewlet ava bikî. Ma tu dixwazî ji bo hemû Kurdistanê tiştên baş bikî, tu yê ji Kurdistana mezin re xizmet bikî. Ma tu dixwazî bi
cîhanê re têkiliyên dîplomatîk ava bikî, tu yê li Bakurê Kurdistanê binêrî. Ma tu dixwazî civaka xwe ava bikî, ma tu dixwazî di qada aboriyê de pêşbikevî, tu yê li Kurdistana mezin binêrî. Ma tu dixwazî mirov, jiyana nû ava bike û demokrasî ava bike, tu yê li Kurdistana mezin binêrî. Em li ser vê bingehê dikarin bêjin ku parçeyê Bakurê Kurdistanê yanî yê ku şoreşê dimeşinin kîlîde. Bêyî wê ne dîrok,ne jî jin azad nabe. îro jî nabe. Ne aborî, ne siyaset,ne giyan û ne jî kesayet tiştek namîne; ev ne gengaz e. Ez ji ber vê şoreşê bingehê her tiştî dihesibînim.
Hemû Kurd û partiyan; ne tenê ji bo mercên roja îro, ji bo pêşeroja hemû Kurdan heta gelên li Rojhilata Navîn jî girêdayî vê şoreşê ye. Li Tirkiyê ji holê rabûna faşîzmê ve, girêdayî avêtina gavên şoreşê ya ku em didin pêşxistine. Dîsa ji bo gelên Rojhilata Navîn meşandina demokrasiyê girêdayî şoreşa ku em didin pêşxistine. Ez bi vê sedemê pir girîngiyê didim. Ji bo ku ez girîngî didim vê, ez xwe pir bihêz tevlî dikim. Lê belê her çiqas mezin be, mirov ewqasî xwe bihêz tevlî dike. Xaleke din, dema ku tu çend metre erd dikolî, tu xwe digihînî xezîneyên zêr. DYE’yê naxwaze Kurdistan bigihêje serkeftinê.
Lewra ji bo wê zêr ji biratiyê hîn girîngtir e. Gelek hevalên me xwe feda dikin, seqet dihêlin. Lewra jiyan bi tenê di vê şoreşê de heye. Ev jî delîla van e. Tevî ku birçî û tîne ecêb liberxwe didin, berê xwe didin dijwariyê. Ev afirandina mirov û jîna me ye. Ne pêkan e ku em bêyî vê li ser piyan bimînin. Vîna herî mezin a mirovî tevlî vê şoreşê bû. Ev jî vê dide selmandin. Ev şoreş her tiştê mirovê Kurd e. We got hûn pêşeroja Kurdistanê çawa dibînin? Bi girêdayî vê şoreşê ve mezin dibînim. Gelê Kurd heya niha li paş mirovatiyê bû. Lê belê ez di vê baweriyê de me ku piştî vê dê li pêş mirovatiyê bimeşe.
Rêberê min tevlî nêrînên te dibim. Bakurê Kurdistanê parçeyê ku rista kîlîdê dileyîze. Tê gotin; “ger Bakurê Kurdistanê rabe ser piyan wê bandoreke mezin bafirîne”. Va ye îro tişta ku Kurdistan dijî; ev e. Bakurê Kurdistanê rabû ser piya û wê pirsgirêka Kurdistanê jî bi tevahî were çareserkirin. Şoreşa ku em bilind dikin ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo hemû cîhanê ye. Çawa ku Şoreşa Fransayê demeke li Ewrûpayê bû pêşling, çawa ku Şoreşê Cotmehê li Asya û Efrîqayê bibandor bû, çawa ku Şoreşa Îslamê hejandinek afirandî be; ev şoreş jî dikire hejandineke wisa bafirîne. Derfet û çavkaniya wê heye. Hûn dibînin, ev serdem jî pir zîz e. Gelek dewletên Ewrûpa jî pir zîz tevdigere.
Lewra dizanin. Ji ber vê jî pêwîst e ji Şoreşa Kurdistanê re wisa bi çaveke biçûk, ji aliyê awireke teng ve neyê mezandin. Şoreş li Kurdistanê mezin bûye, gel û di herêmên din de jî geş bûye. Pirsgirêkên mirovatiyê mezin e. Bersiva pirsgirêkên mezin ên mirovatiyê, li Kurdistanê bi şoreşê ve tê dayîn. Ger ku tu dixwazî
mirovatiyek nû were afirandin, tu yê li ser şoreşa Kurdistanê rawestî. Îro xweza rûxiya ye. Ger tu dixwazî ji vê re çareseriyek peyda bikî, dikarî di Şoreşa Kurdistanê de bersiv bibînî. Mirovê nû, -ku, mirov wek morî bûye- afirandina mirovê mezin, ger tu dixwazî mirovatiyê mezin bikî, vê dikarî di Şoreşa Kurdistanê de bikî. Ev rastiyek e. Şoreşa Kurdistanê ne şoreşeke teng e, fireh e û mirovî ye. Nêzikatiya me jî wisa ye. Min vê şoreşê ne bi navê Kurd û Kurdîtiyê da destpêkirin. Ez destpêkê mirov bûm, dûvre min dest bi Kurdîniyê kir. Ger komar jî bê afirindin, wê ne komara Kurd û Kurdistanê be, wê bibe Komara Mirovahiyê.
Xalekek cuda heye. Mirovahî li Mezopatamyayê pêşket. Ajal, li çiya hatin girtin, li Mezopotamyayê hatin kedîkirin. Dexl û zad cara pêşin li vir hat çandin. Afirandina bingeha mirovahiyê li vir avêtin,ev rastiyek e. Îro mirovahî ber bi qedandinê ve diçe, lê belê em ê nû mirovahiyê li Kurdistanê ava bikin. Çawa ku bingehê mirovahiyê li vir hat avêtin, dikarin mafê mirovahiyê, azadî û rizgariya wê jî di van axan de bafirînin. Ez bi vê rastiyê bawer dikim. Lê mercên wê heye, xebat jê re dixwaze.