NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî wesayîtekê ya li bajarê Qamişloiyê de hervê Mihemed Sari (Baran Nisêbîn) şehîd bû. YPGʹê sersaxî ji malbata şehîd û xelkê Nisêbînê re xwest.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPGʹê wiha ye:
ʹʹDi 14’ê Nîsanê saet 01:45′an de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîtek li ser rêya Hîzam a Qamişloyê li nêzî deriyê Nisêbînê bombebaran kir. Di encama êrişê de rêhevalê me Baran Nisêbîn gihîşt şehadetê.
Rêhevalê me Baran ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji malbateke welatparêz e. Navçeya Nisêbînê ku di dîroka têkoşîna me ya azadiyê de bi berxwedaniya xwe bi nav û deng e, hertim bûye qada berxwedanê, xelkên me yên Nisêbînê jî xwediyê vê çanda berxwedanê bi nav û deng in. Di destpêka Şoreşa Rojava de û di demên herî zor û zehmet de ku em rû bi rû bûn, çawa ku xelkên me yên welatparêz yên çar parçayê Kurdistanê bi giyana neteweyî û seferberiyê berê xwe dan Rojava, xelkên me yên Nisêbînê jî hatin hawara Rojava û nirxên xwe yên neteweyî xwedî derketin. Hevalê me yê Baran jî yek ji wan mêrxasan e ku di dema berxwedaniya Kobanê de bersiv da banga seferberiyê.
Kes û dewletên bi hêz yên newêrîbûn li hember bayê DAIŞ’ê rawestiya, şervanên gelê me, welatparêzên vê axê bi canê xwe bûn mertal. Rêheval Baran di şerê me yên li hemberî DAIŞ’ê de ji Kobanê heta Minbicê, ji Reqayê heta Dêrazorê bi çalak tevlî bû. Di rizgarkirina bajarên me yên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de kedek bêhempa da. Rêheval Baran li Asayîş, QSD û YPG’ê de kar û xebat meşand. Li hember erk û berpirsyartiyê, bi qasî hêza xwe tevlî bû û di serxistina karan de hewldanek mezin da. Di tevlîbûnê de hestên welatparêzî pêş bû, ti car ji kar û xebatan xwe ji dûr nexist. Tevlîbûna wî ya şer û jiyanê wek mîlîtanekî fedayîyê bû. Di herî dawî di karê çêkirina alavên leşkerî de cîh digirt û bi jîr û zanatiya xwe jî nirx avakir.
Yê ku DAIŞ’ê li ser erdê bin xist û xist bin erdê giyana Baranan û bi hezaran şehîdê me bûn. Em ê bibin şopdarê nemirên xwe û ala rizgariyê wan hildaye wê danekeve û bi serkeftinê tacîdar bikin. Em serî de ji malbata hêja ya şehîdê xwe û xelkê me yê Mêrdînê û tevahî xelkê me yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameya şehîdê me wiha ye:
Nasnav: Baran Nisêbîn
Nav û Paşnav: Mihemed Sari
Navê Dayikê: Şerîfe
Navê Bav: Mihemed Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 14’ê Nîsana 2023ʹʹ