Pêncwên – Di saetên şevê de dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bê mirov gundên navçeya Pêncwên bombebaran kir. Di encama êrişê de 3 kes şehîd bûn û kesek jî birîndar bû.
Di saetên şevê de dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bê mirov êrişê sê gundên navçeya Pêncwên a ser bi Silêmaniyê kir. Di encama êrişê de 3 kes şehîd û kesek jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên nûçegihanê me dane, dewleta Tirk bi balefirên bê mirov gundên Salyawa, Wiryawa Kanî Mîranî û Babe Elî yên ser bi bajaroka Germkê ya girêdayî navçeya Pêncwên bombebaran kirin.
Hat gotin balefiran wesayîtek hedef girtine û di encama êrişê de 3 kes şehîd bûn û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan heta van kêliyan jî balefirên bê mirov ên dewleta Tirk li ser asîmanê herêmê difirin.
Gundên hatine bombebarankirin, 30 kîlometran ji navçeya Pêncwên dûrin. Heta niha di derbarê êrişê de ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.