LONDON – Endamên TCŞ û TekoJIN û jinên ciwan îro li Londonê beşdarî meşa ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd ve hat lidarxistin bûn. Ciwanên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê meşiyan daxwaza azadiya Rêber Apo û bidawîkirina dîktatoriya AKP/MHP’ê ya li Tirkiyeyê kirin.
Endamên TekoJIN û TCŞ’ê di axaftinên xwe de bal kişandin ser tecrîda ne rewa û şert û mercên girtîgehê yên li ser Rêber Apo.
Li kolanên Londonê dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Em Ocalan in, em Ocalan in”, “Dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin” hatin qîrîn. Tevî provokasyona faşîstan a li kolanê jî çalakî bi awayekî bi hêz û serkeftî derbas bû.
https://youtu.be/MHVBfcfqv1c