NAVENDA NÛÇEYAN – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, didome. Dewleta Îranê ji bo ku dawî li serhildana bi pêşengiya jinan bîne, rê û rêbazên bi kar tîne. Polîsên Îranê li ser înternetê daxuyaniyek dan û gotin, ji îro û pê ve wê li ser rê, li wesayitên girseyî, li hin navendan hewldanên plankirî wê bikevin meriyetê.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo tespîtkirina kesên ku qanûnê binpê dikin, wê teknolojî bê bikaranîn.” Tedbîrên nû piştî serhildana gel a bi meha Îlonê re destpê kir û jin bi taybetî li ber qanûna kincên Îslamî rabûn, ketin rojevê.
Di 16’ê Îlonê de jin a Kurd a ciwan Jîna Emînî bi hinceta ku li gorî pîvanên Îslamî xwe nenixumandiye, li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hate qetilkirin û ji hingî ve li tevahiya welêt çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin. Di van çalakiyan de bi sedan mirov hatin qetilkirin, bi deh hezaran kes jî hating irtin.
Rayedarê polîsan Hasan Mofahamî got, “Li gorî qanûnên heyî nenixumandina serî sûc e.” Rayedar got, “Mirovên ku qanûnê binpê dikin, ji kiryarên xwe berpirsyar in.” Mofahamî her wiha ragihand ku şîrketên dihêlin ku xebatkar serê xwe nenixumînin wê beriya girtinê bêne hişyarkirin.
Di heman demê de bi hinceta ku tê de li gorî hîcabê tev negeriyane, zêdetirî 150 saziyên bazirganiyê girtin. Li hemberî van zextan jî çalakî bê navber dewam dikin.
Di rapor û dîmenan de ku malpera Iran International weşandine, xwendekarên Fakulteya Psîkolojiyê ya Zanîngeha Tehranê duh li dijî sepandina hîcabê (tesettûr) û zextên giran ên dewletê yên li dijî xwendekaran xwepêşandan li dar xist. Xwendekaran pankartên “Rewşa Îranê xirab e, melalî bi hîcabê difikire” û “Ber bi azadiyê ve” hildan.
Li Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Tehranê jî xwendekaran li dijî ferzkirina hîcabê û jehrîkirina xwendekarên keç çalakî li dar xist in. Xwendekaran pankartên “Xwendekarên keç hatine jehrîkirin, mamoste di girtîgehan de ne, lê serketina wan a yekane hîcab e.”
Li gorî malpera Iran International, li Zanîngeha Yezdê jî xwendekara bi navê Zehrar Rehîmî ji ber serokê zanîngehê heqaret lê kir, ji ser hişê xwe çû û rakirin nexweşxaneyê.