NAVENDA NÛÇEYAN –Di vê hejmarê de Kovara Silava bal dikşîni ser 4’ê Nisanê, roja dayîkbûyîna Rêberê Gelan Rêber Apo, û hemleya nu ya bi diruşmeya ‘’JIN JIYAN AZADÎ SERBİXE AZADÎ’’. Her wiha di kovarê de nivîsên perspektîfa Rêber Apo, helbesta Rêber Apo ku ji bo zarokan nivîsandiye jî hene.
Di nava rupelê Kovara cîh ji bo bîranînên Gerîla, li ser wate û girîngiya 8’ê Adarê û Newroz, hat dayin.
Kovara Silava, di sala 2014`an de ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hatiye derxistin. Kovar aliyên civakî, polîtîk, jin, analîz, bîranîn, çand û huner û bîrdozî digre dest.