BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV bû. Dûran Kalkan Heval Fazîl bi bîr anî û got: “Ala ku heval Fazil bilind kiriye, ji bo hêj bi pêş ve bibin û bigihînin serkeftinê, divê gel, ciwan û jinên Botanê bi berpirsyariyeke dîrokî bimeşin ber bi têkoşînê ve.”
Di dewamiya axaftîna endamê Komîteya Rêceber a PKK, Dûran Kalkan ji bo hilbijartin banga ciwanên kir û got: “Ez bang li gelê Kurd, jin û ciwanan, karker û kedkaran, bang li gelên Tirkiyeyê û bindestan dikim. Bila dengê xwe bidin namzetên demokratîk. Yanî bila hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê bikin rojeva xwe ya bingehîn. Bi taybetî divê hîn bêhtir dengê xwe bidin jinên demokratîk û azadîxwaz. Ev yek helwesta me ye. Ji bo her kesên alîgirê me, ji bo her kesên ku li me guhdarî dikin banga me bi vî rengî ye.”
Nirxandinên Kalkan bi vî rengî ne:
“Serê pêşîn, ez bi rêzdarî silav li berxwedana Îmraliyê û Rêber Apo dikim. Em her dem nirxandina rojeva tecrîdê dikin, niqaş dikin, jixwe divê em bikin. Ne bi tenê niqaş, divê em hem pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê hem jî tecrîda 25 sal in tê pêkanîn baş fam bikin. Li wê gorê divê em geşe bi helwest û têkoşîna rast bidin. Rewşa li wir, ne rewşeke jirêzê ye. Rewşeke pir giring e ku ne bi tenê Kurdan, hemû bindest, jin û kedkaran eleqedar dike. Têkoşîneke dîrokî rû dide. Tecrîd, li ser vî esasî tê pêkanîn. Ew pergal jixwe li ser vî esasî ava bûye. Têkildarê tecrîdê, tiştekê nû nîn e. Tu guherîn nîn e. Rojeva siyasî li Tirkiyeyê diguhere, hilbijartin çêdibin, şer çêdibin. Ev bi rastî diguherin ya na; cihê niqaşê ye. Ev tişt dibin lê di rojeva siyasî de tu guherîn heye? Dibe ku mirov bi rastî ji van re bibêje rojeva siyasî? Bi ya me cihê niqaşê ye. Lewra siyaseta rastîn naguhere. Anku di pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê de tu guherîn çênabe. Ya rast tişta ku siyaseta li Tirkiyeyê diyar dike, ev e.
Niha dibêjin ku hilbijartin e. Dîsa tu guherîn nîn e. Ji meha Îlonê ve niqaşa mijara çûyîna Îmraliyê ya CPT’yê dihat kirin. CPT’yê dawiya dawîn da xuyakirin ku rapora xwe amade kiriye û şandiye ji rêveberiya Komara Tirkiyeyê re. Daxuyaniya dawîn a têkildarê tecrîdê û pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê, ev e. Lê tu naverok di vê raporê de nîn e. Tu agahiyek nîn e tê de. Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê, dibêje ku me şandiye, wekî din dimîne bi dewleta Komara Tirkiyeyê. Anku bi hikûmeta faşîst a AKP, MHP’ê dimîne. Dibêje ku tiştê mayî biweşînin, neweşînin, li ser naveroka wê, wê agahiyên rastîn bidin an nedin, ew dizanin.
Rewşeke balkêş e. Mirov nizane ku wê bibêje çi. Rewşeke wisa ye ku kezeb emanetê pisîkê hatiye kirin. Jixwe yên tecrîdê pêk tînin û vê pergalê bi rê ve dibin ew in. Ger CPT’yê gava serdana xwe ya li Tirkiyeyê, serdana xwe ya li Îmraliyê, têkildarê rewşa êşkenceyê ya li Îmraliyê biryar dabin, tu wateyeke wê nîn e ku ji dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê û dewleta Komara Tirkiyeyê re bibêje. Ew jixwe dikin. Yên ku dikin jixwe dizanin. Çi wateya wê heye ku hûn dibêjin, hûn dikin? Jixwe dikin û bi zanebûn dikin.
Dibêje qaîde ya me ev e lê mirov ji vê qaîdeyê tu tiştekî fam nake. Tu têkiliya vê bi azadî û demokrasiyê re nîn e û bi aqilekê normal nabe ku mirov wek rêgezekê bibîne. Ger tiştek ji wê derê derbikeve, biryareke têkildarê pêkanînên dewleta Komara Tirkiyeyê û hikûmeta AKP, MHP’ê bê dayîn, helwestek bê nîşandan, qet nebe divê bide zanîn ku CPT vê diyar dike. Divê zextan tê re bike, bişîne ji saziyên din re. Dibêje ku, ji yê ku dike re wek ku hay jê nîn be dişîne. Tu yê bikî. Jixwe yê êşkence û tecrîdê dike, ew e. Wê tu tiştekî neke.
Dibêje rêgeza me ev e. Rêgezeke wiha nabe. Ev çi rêgez e; tu wateya wê nîn e. CPT’yê, ji bo zexta ji ber çalakiyên Kurdan û dostên wan ji ser xwe rabike, daxuyaniyeke wiha da, lê nekarî vê zextê ji ser xwe biavêje. Wek ku tiştek kiriye, xuya ye, lê ya rast nayê kirin. Xapandin e, hîle tê kirin. Divê mirov vê bibîne. Xwe bêhtir da dest. Ev divê ne wiha be. Tu rewşeke me ku em bi vî awayî ji vê re tiştekî bibêjin nîn e.
Nexwe, tiştê xuya dibe, ev e. Pergala Îmraliyê, pergalek e ku bi hevkarî tê birêvebirin. 25 sal in ku tecrîd jî, êşkence jî û pergala Îmraliyê jî bi hev re tên birêvebirin. Zêdeyê du salan e ku ev tecrîda teqez bi hev re tê birêvebirin. Hinek rexneyan li hev û din dikin an na, em nizanin. Bikin jî di nava xwe de ye. Tu kes hay jê nîn e. Ji wê boneyê ye ku wê tu encameke wê nîn be.
Li gel vê, divê mirov van teşhîr bike. Ji vê re, pergala hiqûqî tê gotin. Dewleta hiqûqê, hiqûqa demokratîk a xwedêgiravî. Tu eleqeya vê bi demokrasiyê re nîn e. Nabe ku hiqûqeke wiha hebe. Ya rast, bi vê, rayeya bi her awayî didin êşkenceker. Li vir tu mafek ji bo yê zilm lê dibe nîn e. Wek ku maf hebe xuya dike. Lê ya ku êşkenceyê rewa dike, tu tiştekî ji êşkencekeran re nabêje, komîte bixwe ye. Komîte ku tiştekî ji êşkenceker re nebêje wê çawa ber li êşkenceyê bigire. Rastiya meseleyê ev e. Divê mirov li ser vê bisekine. Wiha nehêle. Bi vê rewşa Îmraliyê, ne bi tenê rewşa dewleta Komara Tirkiyeyê, demokrasî û hiqûqa Ewropayê jî çi ne, derdikevin holê. Hevgirtinek heye, divê em li ser wê jî bisekinin. Divê em dev ji têkoşîna hiqûqî bernedin. Lê helbest ya esas, têkoşîna bîrdozî û siyasî ye. Çalakî çêdibin. Di vê pêvajoyê de jî hewildanên giring çêbûn. Li çar aliyên cîhanê, Kurd, dostên wan, hêzên şoreşger û demokratîk, rewşenbîr ji bo azadiya Rêber Apo li ser pêyan in, dimeşin. Helwesta piştgiriyê ji bo Rêber Apo ji Amarayê ta bi her çar aliyên cîhanê belav bûye, di çalakiyan de yekitî heye. Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê, bi rastî pir û bihêz û bi bandor bûn.
Bi van çalakiyan, derket holê ku civak, Kurd, derdorên demokratîk çawa bi Rêber Apo re bûne yek. Rojek, du roj di pey re, li ser navê xwestina meydanê ji kapîtalîzmê re, konferanseke gelek giring li Hambûrgê hat çêkirin. Niqaşa tezên Rêber Apo di konferansê de hat kirin. Bêyî guman, fikira ku meydanê ji modernîteya kapîtalîst re dixwaze, teoriya modernîteya demokratîk e. Rêber Apo, geşe bi vê da. Wan niqaşa vê kir. Bi rewşenbîrên cîhanê, hêzên demokratîk û şoreşger û derdorên azadîxwaz re gelek niqaşên cidî hatin kirin. Nexwe, her çiqas bi piştgiriya CPT, Ewropa û NATO’yê hewila pêkanîna tecrîdeke nedîtî bê dayîn jî Rêber Apo ev tecrîd şikandiye. Dîwarên Îmraliyê perçe kirine. Fikirên xwe gihandine jin, ciwan, karker, kedkar û hemû bindestên li çar aliyên cîhanê. Ev, rastiyeke li ber çavan e.
Piştgiriya ji bo Rêber Apo pir zêde dibe û li çar aliyên cîhanê belav dibe. Xebata ji bo famkirina fikir û tezên Rêber Apo, adaptekirin, yekbûyîna bi wan re, bi pratîkkirin pir zêde dibe û li çar aliyên cîhanê belav dibe. Di serî de jinan, hemû bindestan vedigire nav xwe. Ya giring û esas ev e. Tişta ku wê pergala tecrîdê ya Îmraliyê xera bike, ev e. Ev, di pêvajoya ku em tê de ne jî bi boneya roja çêbûyîna Rêber Apo, pir bi dorferehî rû da. Wê sibehê roj jî biqewime. Ya rast, tişta ku siyasetê jî diyar dike, encamên mayînde jê çêdibin, ev têkoşîn e. Bi vê têkoşînê wê pergala êşkence û tecrîdê xera bibe, dîwarên Îmraliyê perçe bibin, faşîzm têk biçe, Tirkiye demokratîk û Kurdistan azad bibe. Bi vî awayî wê tevkariya herî giring a dîrokî li meşa azadiyê ya mirovahiyê bike.
HEVRÊ FAZIL
Ev roj, rojên dîrokî ne. Meşa azadiya ya bi 50 salan ku bi pêşengtiya Rêber Apo bi pêş ve diçe, hem qehremanên giringtirîn ên dîrokê derxistin holê, hem jî her roj mişt kir bi çalakiyên qehremaniyê. Ev gelek giring e. Em ji meha Adarê re dibêjin meha qehremaniyê; meha Gulanê, meha şehîdan; meha Hezîranê, meha fedaîtiyê; Tîrmeh, meha rûmetê ya neteweyî. Tebax jixwe 15’ê Tebaxê, 27’ê Mijdarê vejîn, meha damezirîna ji nû ve. Her roja vê mehê bi qehremanî diçe. Ev têkoşîn, di xeta fedaî de ye, bi asteke qehremaniyê ya bi wêrekî û fedakarî tê birêvebirin. Sekina qehremaniya dîrokî ya Kurdan, hem mezintir û watedartir hem jî girseyî dike. Qehremaniya gel derdixe holê. Ev, pêvajoyek e ku bi hevrê Hakî Karer dest pê bûye û heta bi niha berdewam e. Herî dawî hat eşkerekirin ku ewladê egîd ê Botan, fermandarê pêşeng ê ARGK’yê û HPG’ê, endamê Komîteya Navendî ya partiya me, hevrê Fazil Botan şehîd bûye. Her wiha hat eşkerekirin ku ewladê egîd ê gelê Liceyê û Amedê heval Cemal Amed şehîd bûye. Ew jî ji malbateke gelek welatparêz e. Ji malbateke ku şehîdên wê gelek in, ji zemînekê civakî yê têkoşer hatiye. Tevkariyên gelek giring li têkoşîna me ya azadiyê kirine. Ez, li ser vî esasî, serê pêşîn fermandarên mezin ên ARGK’ê û HPG’ê hevrê Fazil Botan û Cemal Amed, di şexsê wan de hemû şehîdên me bi rêz û minet bi bîr tînim.
Biryargeha me ya navendî, ji bo heval Fazil daxuyanî dan. Gelek giring û watedar bûn. Bibîranîn û niqaşên hêja hatin kirin. Me tevger û gel hewil da ku fam bikin û bi hişmendiya erk û berpirsyariya dane ser milên me, me hewil da ku ya pêwist bi cih bînin. Hevalek ji wan hevalan bû ku egîdî, welatparêzî, berxwedêrî û qehremaniya dîrokî ya Botanê bi awayê herî baş temsîl kir. Mirov, dikare vê bi hêsanî bibêje. Milîtanekê pêşeng û bijare yê nifşekê qehremaniyê bû ku ber bi agirê azadiyê ku fermandarê me yê mezin Egîd vêxist ve baz da û rakir wî agirî û tevî hemû dijwariyan geş û gur kir û wek agirê Newrozê li çiyayên azadiyê vêxist. Bi rastî jî ciwanên Botanê ji nîvê salên 1980’ê ta bi niha, nifşekê qehremaniyê derxist holê. Ka kî nehat û neçû. Ji Ahmet Rapoyan ta bi Kerîm Şirnakan, ji heval Adil ta bi heval Reşît, heval Fazil; bi dehan fermandarên wiha ku tevkariyên hêja li têkoşînê kirin, di dîrokê de şopên xwe hiştin, derketin holê. Fikira azadiyê ya Apoyî, jin û mêrên wê kirin welatparêz, ji nû ve kirin qehreman. Anîn asteke wisa bi hest û hizir û ruhekê nû bijîn. Ev heval, nûnerên pêşeng in. Ber bi vê bangê baz da. Bêyî dudilî tev li meşa qehremaniyê ku heval Egîd dest pê kir, bûn. Destanên qehremaniyê nivîsîn. Heval Fazil, di demên herî dijwar ên şervaniyê de, bi îradeyeke qewîn şer kir. Bû xwedanê sekina xeta qewîn a cih û zemînên şematok. Bêyî tu derketineke ji rê ya herî piçûk, bêyî dudilî bû mîlîtanekê dilsoz ê Rêber Apo û azadiya gel. Di vesazkirina gerîla û guherîna paradîgmayê de, di bipêşvebirina gerîlayên serdema nû, gerîlayên modernîteya demokratîk de, pêşengtî kir.
Me heval Fazil ji zû ve nas dikir. Bi taybetî jî di têkoşîna li dijî vê tişta tesfiyeker de, di têkoşîna li dijî pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de, di têkoşîna li dijî komployê de, di pêvajoya vesazkirina gerîla de li ser esasê paradîgmaya modernîteya demokratîk , me ew nas kir. Ne yekê jirêzê bû. Bi hemû hêza xwe, bi hemû enerjiya xwe, xwe dabû azadî, şer û têkoşîna ji bo azadiyê. Her tiştê xwe di ber vê de da. Li ser vî esasî şopandina dijmin kir. Bi vî esasî li ser awa û taktîkê sekinî. Bi hevrêyên xwe re, bi hevalên me yên ciwan re jî li ser vî esasî xweş mijûl bû.
Heval Fazil, bi der û dora xwe re mijûl dibû, li ser kitekitan disekinî. Fermandarên wiha ku bi şev û roj li ser şer bisekinin, kêm peyda dibin. Pêşengtî ji bipêşvebirina awayê şer re kir ku em jê re dibêjin şerê koordîneyî yê tîm û tûnelan. Ceribandina ewil a şerê bi vî awayî kir û meha Sibatê ya sala 2008’an di şerê Zapê de bû xwedanê pratîkeke serkeftî.
Fermandarê berxwedana Zapê bû. Dawiya meha Sibatê ya sala 2008’an kir ku artêşa dewleta Tirk li Zapê têk biçe. Hevrê Fazil pêşengtî kir. Li ser kitekitan sekinî. Wekî din bi tu tiştî re mijûl nebû. Hemû hêz û enerjiya xwe da vê têkoşîn û şerê ji bo azadiyê. Divê mirov taybetiyên heval Fazil baş fam bike. Ciwanên Botanê, ciwanên Kurd divê baş fam bikin. Divê bi gelek awayan û bi kûrahî li ser bisekinin. Ala ku heval Fazil bilind kiriye, ji bo hêj bi pêş ve bibin û bigihînin serkeftinê, divê gel, ciwan û jinên Botanê bi berpirsyariyeke dîrokî bimeşin ber bi têkoşînê ve.
Meşa azadiyê ya bi 50 salan kir ku her roj çalakiyên qehremaniyê li dar bên xistin. Kir ku her meh bibe meha qehremaniyê. Her roja meha Nîsanê jî wisa ye. Em wek sembol li ser hin navan disekinin lê ew hemû şehîdên têkoşîna qehremaniyê yên 50 salan temsîl dikin. Temsîla keda gel dikin. Divê em wisa fam bikin. Her roj şehîdên me hene. Bi dehan. Em dikevin nîvê meha Nîsanê. Nîvê meha Nîsanê jî gelek şehîdên me yên giring çêbûn. Ez dibêm qey 15 ya jî 16’êNîsanê bû, Hozan Sefkan û komek heval bi hev re li Heftanînê şehîd bûn. Ew bûn şehîdên me yên pêşîn ên Heftanînê. Bûn bi qurbana provokasyonekê. Di nav vê provokasyon û komployê de PDK heye. Çawa ku li xiyaneta îro dewam dikin, hingê jî bi rolê xwe rabû. Hin partî û rêxistinên Iraqî hebûn. Li Bakur li dijî PKK’ê, li dijî bipêşveçûyîna fikir û çalakiyên ji bo azadiyê bi birêxistinkirina komployan re mijûl bû. Gava têkoşîna li dijî van ev provokasyon hatin kirin.
Dîsa dibe ku nîvê meha Nîsanê be. Ez dibêm qey 86 ya jî piştî wê, hevrê Azîz Arap şehîd bû. Ew şehîdê ewil ê Ereb bû ku gihîştibû me. Pêşengê civaka Ereban bû. Ji Sûriyeyê, ji Libnanê veqetiya û hat. Hêj ku tu birêxistibûneke gerîla, bipêşveçûyîneke cidî nîn bû, hêdî hêdî çirûskên ji bo azadiyê vêdiketin, dizanî ku ev çiqas watedar û giring e û wê rê li ber bipêşveçûyînê vebike, bi awayekê fedaiyane gihîşt me. Li çiyayên Kurdistanê, li Botanê bêyî dudilî şer kir. Bi qehremanî şer kir. Niha bi sedan ciwanên Ereb didin ser şopa hevrê Azîz.
Bi sedan jin û mer şehîd bûn. Dostaniya Kurd û Ereban li ser esasê azadî û xwişk û biratiyê di asta herî bipêşveçûyî de pihêt dibe. Va ye rastiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat afirandin. Pêşengtiya van hemûyan kir. Niha ji bo xatirê hevrê Azîz akademiyek heye. Ciwanên Ereb li vê akademiyê perwerde dibin. Dibin xwedanê hişmendiya azadiyê. Dibin xwedanê hişmendiya xwişk û biratiyê. Hînê şer dibin. Bi Kurdan û gelên din re li ser esasê xwişk û biratiyê, li dijî vê pergala dewlet û desthilatdariyê ji bo jiyana azad têdikoşin. Anku ev geşedaneke dîrokî ye ku pêk hatiye. Ev van hevrêyan jî Hozan Sefkan û koma wî, hevrê Azîz bi boneya salvegerê bi rêz û minet bi bîr tînim. Me bibîranînên wan di têkoşîna xwe ya azadiyê de dane jiyandin, dikin ku bijîn. PKK’ê evqas bipêşketin, ji bo bibîranîna van şehîdan kir. Ji niha û pê ve jî wê li ser vî esasî bi rê ve bibe û wê bibîranînên wan di serkeftinên mezin de bide jiyandin.
LI SER REWŞA ŞER
Ya rast, ne li ser şer lê li ser rewşa neçalakbûnê divê me niqaş bikirana. Piştî erdheja 6’ê Sibatê, rêveberiya me bêçalakîtî ragihand. Xwest gavê pêşîn ê xurtkirina derfet û zemîna pêçana birînên gelê ji erdhejê zirar dîtiye li ser vî esasî biavêje. Bi pişt re, tevî hemû êrîşkariya faşîzma AKP û MHP’ê ji ber pêvajoya hilbijartinan, ji bo ku di vê pêvajoyê de nebe aliyekê provokasyonan, biryar da ku li vê rewşa xwe ya bêçalakîtiyê dewam bike. Rêveberiya me ev jî bi eşkerehî ragihand. Ev pêvajo ji aliyê me ve berdewam e. Em li gor biryar û daxuyaniyên ku me dane tevdigerin. Êrîşê gerîla neber, gerîla çalakiyan nake. Lê ku bibe, xwe diparêze. Ev, ji bo hemû hêzên azadiyê derbasdar e. Rêveberiya me, bi taybetî ji bo bajaran bangeke şênbertir kir. Ji aliyê me ve rewş ev e. Lê tu dibêjî rewşa şer çi ye? Yekalî ne şer dibe, ne agirbest ne jî bêçalakîtî. Şer nasekine. Şer jî agirbest jî divê dualî bin. Berê Rêber Apo gelek caran agirbest ragihand. Lê çima bersiv wernegirt. Niha ev rastî di vê rewşê de bi awayekê eşkeretir derdikeve holê. Dîktatoriya AKP-MHP’ê li êrîşên xwe hêj bêhtir dewam dike. Vê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Li dijî tûnelan, li dijî gerîlayên di baregehên xwe de dike. Bi wê jî namîne. Êrîşê her derê dike. Li Çelêyê, li Mêrdînê, li Geverê êrîş kir. Li Mêrdînê, li Omeryanê êrîş çêbûn. Berê li Amed û Dersimê êrîş çêbûn. Em bi van dizanin.
Bi van jî nesînorkirî ye. Li Silêmaniyê êrîş kir. Êrîşê Şengalê dikin, her roj êrîşê Rojava dikin. Her şev li xelkê sivîl dixin. Ne bi tenê hêzên leşkerî. Erîşê hemû Kurdan û kesên li ser esasê azadiyê bi Kurdan re bûne hevkar ji xwe kirine dijmin û êrîş dikin. Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ya Biryargeha Navendî ya me, rojane encaman eşkere dike. Ji aliyê me ve tu tişt nîn e lê faşîzma AKP-MHP’ê li êrîşên xwe dewam dike. Wan tu car êrîş nesekinandiye. Vê rewşê wek zeîfî dibînin û dixwazin siûdê jê werbigirin. Ji bo bêhtir derbeyan li gerîla bixin û zêîf bikin li tiştan dikin hincet. Çendê hinekan niqaş dikir. Xwedêgiravî agirbest ya jî bêçalakîtî hincet in, tiştan li hev tînin û jixweber dibêjin ku PKK û gerîla ji bo bêhtir êrîş bikin vê wek lîstik dikin. Heke ku ya êrîşkirinê be wê çima wisa bike? Jixwe şer bi eşkerehî dibe, çalakî tên kirin, encamên wê jî radigîhine. Qey di vê de qisûr kiriye? Di bîlançoyên rojane de kêmasiyek heye? Heta bi niha nebûye? Wê çima hewcedariya PKK’ê bi vê hebe? Tiştan ji xwe re dikin hincet. Bi vî awayî niyeta xwe didin der. Çiqas êrîşkar in, serî li her provokasyon û komployê didin, xuya ye. Ev, rewşeke giring e. Divê mirov nirxandina wê bike, jê fam bike. Bi rastî jî li Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurk û Heftenînê êrîş berdewam in. Her roj bîlanço hene. Balafir lê dixin, balafirên keşfê lê dixin, helîkopter lê dixin, topan diavêjin, bi tankan lê dixin. Gerîla jî ji bo xwe biparêze pev diçe. Li cihê ku pêwist bibîne xwe diparêze. Lê dewleta Tirk nasekine, divê her kes bizane.
Ne bi tenê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Geverê li qûntarên çiyayê Cîlo, sê hevrê di encama êrîşan de şehîd bûn. Li Omeriyanê pevçûn çêbû, hêj baş diyar nebûye, dihat gotin ku gerîla ne. Bi pişt re derket holê ku yek jê sivîlekê welatparêz e. Gel lê bû xwedî. Tê gotin ku yê din PKK’yî ye. Dibe lê êrîş kir û du kes qetil kirin û li wê herêmê pevçûn berdewam in. Divê em van bibînin. Hevrêyên di van êrîşên dijmin de şehîd bûne, bi rêz, hez û minet bi bîr tînim. Heval Raperîn, Botan û Revan li qûntarê çiyayê Cîlo şehîd bûn. Her wiha hat gotin ku hevalekê bi navê Çiyager li Mêrdînê şehîd bûye. Ev giring in. Ji du aliyan ve giring e, yek, ji aliyê berxwedana gerîla ve giring e. Tevî du biryarên bêçalakîtiyê, ji bo dîtina êrîşkariya faşîzm AKP-MHP’ê giring e. Bi rastî jî giring e ku mirov li qûntarên çiyayê Cîlo be, wan cihên dîrokî rojane bike qada jiyana azad, girtina bêhna azadiyê li wir gelek giring e. Hevrê Raperîn, Revan û Botan, di şexsê wan de, divê mirov hemû şehîdên qehreman ên şerê Zapê û berxwedana Metînayê bi bîr bîne. Wan serkeftina vê serdema dîrokî derxist holê. Êrîşkariya dijmin şikand. Rê neda dijmin.
Li vir divê mirov vê binirxîne. Di salên berê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş pêk hatin. Lê di heman demê de em salvegera pêvajoya ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê bi armanca dagirkirina Zap, Avaşîn û Metîna bi temamî dest bi êrîşa dagirkeriyê kir, dijîn. Divê em vê jî bibînin. Êrîşên hewayî di 14’ê Nîsanê de dest pê kirin. Di 17’ê Nîsanê de êrîşên bejahî dest pê kirin. Bû salek. Li gel ku ev salek bi çekên kîmyewî, taktîk, çekên nukleerî, bombeyên fosforî, her cure bombeyên qedexe, bi her cure teknîkê êrîş kirin, ji NATO heta Rûsyayê bi piştgiriya her kesî, dewleta Tirk nekarî van herêman dagir bike. Nekarî bigihêje armanca xwe ya şikandina gerîla. Yanî gerîla li vir yek ji berxwedanên herî watedar ên dîrokê da. Êrîşên dagirkeriyê şikandin, serkeftina dijmin asteng kir. AKP û MHP’ê xeyal dikirin ku di demeke kin de Zapê û piştre Rojava dagir bikin, bi vî awayî PKK’ê biperçiqînin û qirkirina Kurdan temam bikin û bi serketineke mezin bikevin hilbijartinên ku dihat gotin wê mehek şûnde bên kirin. Niha hemû xeyalên wan şikestin. Nikarin tiştekî wiha bikin. Ev yek bi berxwedana mezin a gerîla derket holê. Me dît ku di vê berxwedana 1 salî de ya ku bi rastî di şer de diyarker e, dilsoziya bi armanca şervanan e. Fedakariya wî ye, cesaret û fedakariya wî ye, hişmendiya wî ye. Afirînerî, hostatî, lehengî ye. Ji ber ku li Zap, Avaşîn û Metîna bi ruhê Apoyî yê berxwedêr û serketinê, ruhê fedayî şer kir û li ber xwe da. Di hawîrdoreke wiha ya newekheviyê de hêzeke êrîşkar ku xwedî her cure îmkanan bû, gerîla rê neda. Ev gelek girîng û bi watedar e. Divê em vê jî bibînin. Gerîla di her şert û mercî de nîşan da ku dikare têkoşîna azadiya gelan û bindestan bimeşîne. Gerîla îspat kir ku hêza wê ya rêveberiyê heye. Her kes dikare ji vê ders bigre. Divê em vê yekê bibînin, divê em fêm bikin. Di vê wateyê de divê em ji şerê Zapê yê 1 salî ders bigrin.
Pêwîste êrîşa faşîzma AKP-MHP’ê ya li hemberî bêçalaktiya piştî erdheja 6’ê Sibatê were dîtin û fêmkirin. Di vê çerçoveyê de divê ku her kes hinekî berpirsîyarîya xwe hilde li dest. Bi rastî jî ji hin derdoran daxuyaniyên qismî hatin, lê qels in. Em hîn jî difikirin ku divê helwestên xurttir hebin. Ev di warê hawîrdorên hundurîn û hem jî yên derdor de rast e. Divê kes nefikire ku ev şer ji ber ku nekariye were kirin, helwestên cuda pêş nakevin. Na, yên ku wisa difikirin şaş in. Tu eleqeya wê bi hêzê re nîne. Ew serokên faşîst daxuyaniyên ku me wisa lêxist, wisa şikandin, qels kirin dikin. Ji me re xuya dike ku hin kes ji vê yekê bawer dikin. Tu eleqeya xwe bi lewaz bûnê re nîne. Ji ber ku ev êrîş bi teknîkê, bi hêza leşkerî dibe. Lê berxwedan bi ruh, bi hişmendî, bi îrade ye. Bi wêrekî û fedakariyê dibe û mirov jî wisa dike. Mirovên xwedî armanc. Ciwanên Kurd bi eşqa jiyana azad ve girêdayîn e. PKK’ê, Apoyî pewerde kir û têkoşîna 50 salî ciwanên Kurd anîn vê rewşê. Hêza ciwanek Kurd heye ku artêşekê, yekîneyekê têk bibe. Ma Zîlanan ev yek nekir? Ma Zinaran ev yek nekir? Ma Sara û Rûkenan ev yek nekir? Her kesî kiriye, her kesî dike. Ji ber vê jî divê tu carî gerîla, şaş neyê fêmkirin û hesabên şaş neyê kirin. Di vî warî de divê biryara bêçalakîtiyê ya rêveberiya me ji ber nêzîkatiyeke mezin a exlaqî û wijdanî şaş neyê famkirin. Ev berpirsyariyê dixe li ser her kesê. Li ser hemû derdorên siyasî, derdorên civakî û hêzên dewletê berpirsyariyan ferz dike. Berpirsiyariya her kesî ji hev cuda ye, lê berpirsiyariya her kesî li hember her kesî heye. Divê ev bê zanîn. Ji ber vê yekê em dibêjin bila her kes bi berpirsyariya xwe rabe.
BALAFIRGEHA SILÊMANIYEYÊ
Li Silêmaniyê beriya êrîşê heye, ev rewşek girîng e. Her du helîkopter beriya demekê ketibûn xwarê. Çend roj berê dewleta Tirk ragihandibû ku seferên balafirgeha Silêmaniyê rawestandine. Ev êrîş di demek kurt de pêk hat. Daxuyaniyên gefê li rêveberiya YNK’ê dixwe hatin kirin. Ji bo zextê li DYA’yê bikin her tim daxuyaniyan didin. Li vir li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nefret li hemberî DYA’yê tiştekî dikin, ji ber ku bi QSD’ê û rêveberiya wê derê re hevkarî kirin ku li dijî DAÎŞ’ê şer bikin, ev eşkere ye. Her kes jî vê yekê dizane. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ragihand, rêveberên Emerîkî jî eşkere dikin. Ji ber nêzîkatî û polîtîkayên rêveberiya AKP’ê têkoşîna me ya li dijî DAÎŞ’ê qels dike.
Ev gef jî hebûn. Û ev yek beriya hilbijartinê çêbû. Ez dixwazim diyar bikim ku ew dikare bi gelek awayan were nirxandin. Yanî jixwe metirsî li ser YNK‘ê heye, ji aliyekê ve dibe ku gef li ser Emerîka hebe, ji xwe timî êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Xeynî du xalên din jî bi êrîşên li dijî PKK’ê, bi hilbijartinan ve girêdayî ye. Dewleta Tirk bi tesadufî van nakin. Mînak, 10 sal berê li Osloyê hevdîtin dihatin kirin. Me ev yek her tim ji bilêvkirinên şandeya MÎT’ê ya Osloyê dibihîst û hîs dikir. Li benda wê bû ku em ê kengê bimrin. Yanî bi vê gef li me dixwarin. Rêveberiya we kal bûye, nikare dirêj bijî, hûn ê bimirin. Wê tu kes vê têkoşînê dewam neke. Ez dixwazim vê bibêjim, ji bo tunekirina vîna azadiyê ya Kurd êrîş dikin. Li ser wêrankirin û mirinê siyasetê ava dikin.
Li aliyê din vê yekê bi awayekî eşkere jî dikin. Lîste çêkirine, lîsteya sor, lîsteya zer, lîsteya kesk, lîsteya gewr. Li her lîsteyê 30-40 nav danîne, wêne danîne. Ev bi vî rengî ne lîsteya lêgerînê ye, bi eşkere lîsteya kuştinê ye. Li cîhanê kî bêje ez ê yekê din bikujim, we her kes wî bi xeniqîne. Dewleta Tirk bi lîsteyan eşkere kiriye. Bi dehan nav, bi sedan nav hene dibêje em ê wan bikujin. Her roj jî dikuje. Kes dengê xwe nake. Ji kesên tên kuştin re dibêjin terorîst, yên dikujin dibin dost. Gelek dostanî danîn. Bi navê demokrasiyê vê dikin. Aqilê mirov nagre. Bi vî awayî hemû rêveberiya me, rêveberiya PKK’ê, KCK, HPG, PJAK, rêveberiya Komalen Ciwan, rêveberiya KJK’ê, rêveberên me yên li parçeyên Kurdistanê di van lîsteyan de ne. Hemûyan kirine lîsteyên mirinê. Lewma nêçîrvanên mirovan, manga mirinê hatin avakirin. Êrîşên wiha dibin. Niha li cîhanê mînaka vê nîne. Belê, lîsteyên lêgerînê çêdibin, lê yekane dewletê ku lîsteya kuştinê diweşîne, dewleta Tirk e. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Vê yekê li hemberî Kurdan dikin. Dibêje ez ê Kurdan bikujim. Dengê kesek din dernakeve. Li cîhanê yên ku dibêjin em demokrat in, azadîxwaz in, Neteweyên Yekbûyî ne, dengê wan dernakeve. Her kes qebûl dike, bi dizikî an eşkere vê rewşê qebûl dikin. Eger ev ne teror be, teror çiye? Gelo kesên ku bêdeng dimînin nabin şirîkên terorê? Va ye dibin.
Êrîş birine ser rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriye, ser fermandarê QSD’ê. Ev êrîş li her derê diqewimin. Ji xwe daxuyanî da. Ev ne êrîşa yekem e. Ez çend car dûçarê êrîşên bi vî rengî mam. Got ku hemû jî negihîştin armancên xwe. Ne tenê Mazlûm Abdî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşê birin ser gelek rêveberan. Qetilkirin, daxuyanî dan gotin, me lê daye. Ev eşkere ye. Divê destpêkê ev bê dîtin. Bi rastî me dît ku hevrê Şahîn wan di bin çi şopandinê de ne. Divê her kes jî vê bibîne. Divê em tedbîrên xwe pêş bixin, lê divê hemû cîhan jî vê rastiyê bibîne. Divê li hemberî vê yekê xwedî helwest bin.
Helbet ev bi hilbijartinê re jî girêdayî ye. Em vê yekê fêm dikin; ku faşîzma AKP-MHP’ê, MÎT û kontra gerîla heta ku ji destê wî tê seferber kiriye. Ji bo dîtin û xistina rêveberiya PKK’ê seferber bûne, bi encama ku wê ji wir bi dest bixin, dixwazin di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi ser bikevin. Ev jî pir eşkere ye. Di dîrokê de kirin, hinek bandora wê dibe. Hesab dikin ku eger hinek rêveberên PKK’ê, Kurdan, Kurdên navdar bixin, ji derdorên nîjadperest, şovenîst, faşîst, netewperest û Tirkperest deng bistînin, van dengan li hev kom bike û di hilbijartinê de bi ser bikeve. Îro propagandaya hilbijartinê ya Tayîp Erdogan ser vê ye. Bi qetilkirina mirovan dixwaze bibe serokomar. Rêbeza ku di hilbijartina serokkomariyê de daniye, qetilkirina Kurdan e. Qetilkirina rêveberên PKK’ê, Kurdên ku ji bo azadiyê têdikoşin e. Ma tiştek wiha dibe? Her kes divê vê bibîne.
Vê yekê weke rewşeke asayî dîtin, nîşanî me dide ku ev cîhanek çawa ye. Kes nikare asayî bibîne û divê nebîne. Em nikarin bibêjin ku me êrîşan vala derxist, va ye bi ser neketin. Em nikarin vê esas bigirin, em nikarin vê bikin pîvan. Baş e, ev êrîş çawa çêbû? Rewabûna vê êrîşê heye? Ev êrîş ji mirovahiyê re çi dibêje? Di cîhana ku êrîşek bi vî rengî pêk de, jiyan çawa ye, rewşa mirovahiyê çawa ye? Divê her kes vê bibîne, binirxîne. Her kes divê li hemberî êrîşa li Silêmaniyê helwesta xwe nîşan bide. Ji ber ku her kes berpirsiyar e. Her kes rê dide. Bi vê rêveberiyê re hevkariyê dikin. Pere didin, têkilî datînin. Bi ser de kesên ku dixwazin hilbijartinê bidin qezençkirin jî hene. Divê şerm bikin, ma êdî çi bibêjim.
ERDHEJ
Em qala qetlîama Kurdan dikin ku AKP-MHP û dewleta Tirk dike. Ev erdhej jî bû qetlîamek. Belê, erdhej karesateke xwezayî ye. Ango bi hevsengiya xwezayê re girêdayî ye. Em van dizanin. Erdhej xwezayî ye, lê mirin ne xwezayî ye. Erdhej kesî ne kuşt. Bajarên ku hatine avakirin, avahiyên hatine çêkirin, ango şêweya jiyanê ya ne rast kuşt. Tu tevdîr nehatine girtin. Ji her tiştî dizîne. Hesin ne danîne, çîmento ne kirine, talan kirine. Mirovan kirine di nav gorekê de. Ya rast kesên ku beriya erdhejê ketine wir, ji xwe ketibûn nava mirinê. Divê ev wiha were nirxandin û fêmkirin. Niha ev jî komkujî ye. Ev divê bi vî rengî were dîtin, ev komkujî ye. Hat gotin ku 50 hezar kes nizanim çend kes jiyana xwe ji dest dan. Sê mîlyon û nîv kes mexdûr bûne, sirgûnê cihên din hatine kirin. Ne wisa ye. Nêzî 20 mîlyon kes bandor bûne. Bi sed hezaran kes jiyana xwe ji dest dane. Niha wê çawa kavilan rakin? Ev jî nayê kirin. Di demek wiha de tê jibîrkirin. Niha hinekan got, li cihê ku tişteke bi vî rengî diqewime, rêveberî îstifa dike. Tu kesî îstifa nekir. Tev li hilbijartinan dibin. Mîna ku serkeftineke mezin bi dest xistine. Dixwazin di hilbijarinê de jî dengan bixwazin, bi ser bikevin û dîsa bibin desthilatdar. Li şûna îstifa bikin, xwestin tev li hilbijartinan bibin.
Wiha gotin, em îstifa nakin, desthilatdariyê bernadin. Ka hûn me bêxin eger hûn bikarin. Li gorî min divê Kurd, gelên Tirkiyeyê, jin, ciwan, karker û kedkar vê bikin. Divê bibêjin, eger tu ji desthilatdariyê neyê xwarê, em dizanin te çawa bêxin. Nexwe rewşeke wiha giran nabe jinedîtî bê danîn, tune bê hesibandin. Ya rast di derdoreke asayî de rêveberiya ku rê li ber van tiştan veke, nikare derkeve pêşberî civakê. Rûyê wan sor dibe, nikare bi mirovan re rû bi rû bimîne. Nabe ku bikeve hilbijartinan, dengan bixwaze û weke ku tişteke baş kiriye bibêje dengê xwe bidin min, em ê we di gorên nû de binax bikin. Lê Tayyîp Erdogan dibêje. Gelo bi rastî jî gelên li Tirkiyeyê ehmeq dibîne? Gelo weke kerî dihesibîne? Digot Azîz Nesîn wisa ye. Kurdan jî wisa hesiband. Çû Amedê li ber zindana ku heval Mazlûm ew li ber xwe didan, çi got? “Ez ê ji were girtîgehên baştir çêbikim.” Niha bi gotina ez ê ji we re avahiyan çêbikim, di rastiyê de dibêje ez ê ji we re gorên baştir çêbikim û bi vê yekê re deng dixwaze. Her kes divê vê bibîne û fêm bike. Divê ew qas wêrek nebûya. Vê wêrekiyê ji ku digire? Ev divê bê dîtin. Nexwe lewaztiyek heye, lihevnekirin heye. Di civakê de parçebûn heye. Di dîtina rastiyan de kêmasî hene. Ev yek divê esas bê girtin, li ser bê rawestandin. Wekî ku girseyeke mejiyên wan hatine şuştin derxistine, bi hin derfetan weke ku dixwaze li pey xwe digerîne.
Ji ber vê yekê divê hesab bê pirsîn. Yanî eger bi xwe îstifa nekir, bi xwe neterikî, divê bi hilbijartinê re hesaba herî giran bê xwestin û were têk birin. Divê ev civak karibe bibêje ger tu neçi em ê bibin. Niha dibêje ez ji nû ve çêdikim, dibêje ava dikim. Qey pere dixwaze, distîne. Ew hewl didin ku ji nû ve mirovan gotina ecaba hinek jî be wê bêpere be an bipere, bixapîne. Ez vê aliyê jî pir girîng dibînim. Divê her kes baldar be, rastiyê bibîne. Ango ev bajarsazî û avahîsazî û binyat, jixwe dişibin kolana gorê ji mirov re. Bi vî rengî nabe. Divê hinek zanebûna ekolojîk hebe. Erdhej xwezayî ye. Xweza erdê dihejîne. Wê demê divê tu jiyanê li gorî pêdiviyên wê birêxistin bikî. Bajarê xwe li gorî wê birêxistin bikî. Avahiya xwe li gorî wê çêbikî, jiyana xwe li gorî wê ava bikî. Ji xwe qorên betonê dişibe gorên komî. Divê mirov vê bibîne. Ev zanebûn divê pêş bikeve. Her kes divê hinek bikaribe jiyana xwe birêxstin bike. Me beriya niha jî got. Em divê dîsa hinek berpirsiyariya jiyana xwe bigirin. Ne ku em pere bidin û gora xwe bidin çêkirin. Ew qas zirar da, rê li ber komkujiyê vekir. Em careke hesabê vê bipirsin. Em nekevin dûbarebûnê, em destûrê nedin.
HILBIJARTIN
Niha em li ser hilbijartinê diaxivin. Me hin daxuyanî di bernameyên beriya niha de jî kirin. Televîzyonên AKP-MHP’ê hin gotin ji nav neqandin, hinekî jî berevajî kirin û qiyamet rakirin. Gotin, way li ser siyasetê diaxivin, way li ser hilbijartinê nêrînên xwe tînin ziman. Tiştekî ecêb e, hinek radibin ji bo me tune bikin hemû derfetên Tirkiyeyê seferber dikin. Siyasetê jî leşkeriyê jî li ser vê ava dikin, propaganda wan a hilbijartinê jî hemû li dijî me ye, li ser têkoşîna li dijî me dane rûniştandin. Dibêjin ‘Em li dijî terorê têdikoşin, me ev tişt li PKK’ê kir, filan tişt kir, yek radibe dibêje, têkiliya te bi PKK’ê re heye? Ya te ewqasî heye’, bi vî rengî hev sûcdar dikin.
Halbûkî yê ku herî zêde bi PKK’ê re têkilî danî Tayyîp bû, AKP bû. Yanî çû Îmraliyê. Bi Rêber Apo re ewqasî hevdîtin kirin, gelek qasid şandin Qendîlê jî. Yê ku ev kir, rêveberiya Tayyîp Erdogan bû. Her kes pê zane. Rêveberiya Tayyîp Erdogan ji bo hevdîtinê şande şand Osloyê. Serokê MÎT’ê, musteşarê MÎT’ê yê ku ev komkujî hemû kirin, şand hevdîtinê. Niha jî radibin hinekan bi têkiliya bi PKK’ê re sûcdar dikin ji bo zextê bikin. Dibêjin ne em bûn. Wan bi xwe kirin. Çima vê nabînin? Mîna ku diz xwediyê malê sûcdar bike. Lê belê li vê dinyayê kesî bi qasî Tayyîp Erdogan ev yek nekiriye. Jê heye ku yên li hemberî wan gelekî lawaz e, nikarin xwe biparêzin. Radibin rûdinên dibêjin teror. Teror nîne, neheqî heye, êrîş heye, Kurd têne qirkirin, Kurd tune têne hesibandin, dixwazin Kurdan tune bikin. Di nava sînorên dewleta Tirkiyeyê de nêzî 30 milyon Kurd dibe ku hîn zêdetir jî hebin. Nasname, nav, zimanê wan tune, Tayyîp Erdogan dibêje Kurd tune, bi eşkere dibêje tune. Ji bo yên heyî bikuje biryarê dide. Yên ku ji xwe re dibêjin ez Kurd im ya têne girtin yan jî têne kuştin. Tiştekî din nas nake.
Divê mirov rastiyê bibîne. Karibin hinekî empatiyê bikin. Yên ku ewqasî tiştan nabînin bila xwe bixin şûna Kurdan, bila carekê bifikirin ku sermeselê ew Kurd in. Bila tiştên ku li Kurdan têne kirin, weke ku li wan hatiye kirin bibînin. Gelo wê hingî çi bikin? Wê helwest û nêzîkatiya wan çi be? Divê mirov bi rastî jî rasteqîn bin. Lewma dubare dikim. Ji wan bê wê axaftinê li me qedexe bikin. Dibêjin ji Qendîlê filan tişt tê gotin, nizanim ji PKK’ê piştgirî tê. Belê weke PKK em piştgiriyê didin hemû hêzên azadîparêz û demokratîk. Em ê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin. Ev faşîzm wê teqez bê hilweşandin. Her kes vê dibêje, me jî got. Em ê tecrîdê, faşîzmê hilweşînin. Em ê azadî û demokrasiyê bi dest bixin. Ev yek pîvaneke.
Ez bang li gelê Kurd, jin û ciwanan, karker û kedkaran, bang li gelên Tirkiyeyê û bindestan dikim. Bila dengê xwe bidin namzetên demokratîk. Yanî bila hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê bikin rojeva xwe ya bingehîn. Bi taybetî divê hîn bêhtir dengê xwe bidin jinên demokratîk û azadîxwaz. Ev yek helwesta me ye. Ji bo her kesên alîgirê me, ji bo her kesên ku li me guhdarî dikin banga me bi vî rengî ye.
Faşîzma AKP-MHP’ê êdî nema dikare dewam bike. Divê mirov wê biavêjin ser sergoyê dîrokê. Divê têk bibin. Bifikirin ku AKP-MHP careke din bibe desthilatdar, gelo wê li Tirkiyeyê çi bimîne? Bi navê mirovahiyê, azadiyê, demokrasiyê, biratiyê ti tişt namîne. Ev gelekî girîng e. Divê teqez destûr neyê dayin ku hêzeke bi vî rengî careke din bibe desthilatdar. Di rewşeke bi wî rengî de wê komkujî bê ferzkirin. Gelekî metirsîdar e. Dikarim vê bibêjim.
Ya duyemîn, dewleta Komara Tirkiyeyê di sala 1923’an de ava bû. Niha di sala 2023’an de di sedsaliya xwe de ye. 100 salên xwe temam dike. Faşîstan gotin sedsala duyemîn weke sedsala Tirkiyeyê îlan dikin. Bi vê dîktatoriya faşîst re sedsala Tirkiyeyê nabe, divê nebe. Sedsala derbasbûyî çi bû? Hinek bi du beşan vedibêjin. Gotin Komara Yekemîn û Komara Duyemîn. Yanî Komara Yekemîn hinekî xwedî avaniya dewleteke burokatîk bû. Ya ku jê re dibêjin Komara Duyemîn piştî darbeya 12’ê Îlonê ew taybetmendiyên xwe jî winda kir. Niha jî veguheriye dewleta çete ya AKP-MHP’ê. Dewletê sazîbûna xwe, avaniya xwe ya burokatîk jî ji dest da. Hin guhertin li ser vê bingehê hatin kirin. Li gorî van guhertinan dikare bi du beşan, bi çar beşan bê pênasekirin. Lê belê ji aliyê xeta siyasî û îdeolojîk ve dema mirov binirxîne, sedsal yekpare ye, tiştek naguhere. Ya yekpare çi ye? Siyaset û mejiyê qirker, mêtinger û faşîst e. Ev yek ji dema avabûna dewletê û vir ve heye. Ji rêveberiya Civata Îttîhat û Terakkî dewr wergirt. Li ser dijminatiya li Kurdan ava bû, li ser qirkirina Kurdan ava bû. Sedsal bi vî rengî derbas bû. Avabûna li ser qirkirina Kurdan Tirkiye demokratîk nekir, azadîparêz nekir, ji bo mafên mirovan bi hurmet nekir, despotîk kir. Kir dîktatoriya leşkerî, dîktatoriya faşîst. Di nava vê sedsalê de ev qewimîn. Kir dîktatoriya yek şexsî. Kir û kir, lê timî kir dîktatorî. Çima? Ji ber ku dijminatiyê li Kurdan dike. Ji ber dijberiya xwe ya li Kurdan.
Dijminatî ne tenê li Kurdan kir, her wiha li Ermenan, Rûman, Asûrî, Suryaniyan jî kir. Ev siyaset xwedî mejiyê qirkirinê ye. Ev yek bû hêvanê dewletê. Xeta xwe ya esasî ya îdeolojîk siyasî ava kir. Niha jî Tirkiyeya sedsala duyemîn divê ne bi vî rengî be. Ev dewlet divê êdî ji holê bê rakirin. Qediya yanî. Êrîşên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê yên 8 salên dawî li ser bingeha plana çalakiyê ya têkbirinê kir, asta herî bilind a vê yekê bû. Ev desthilatdarî divê hilweşe. Li qadan jin vê dibêjin. Em tevlî wan dibin. Ev desthilatdarî divê teqez hilweşe. Divê biçe. Divê ji holê bê rakirin. Ev desthilatdarî êdî genî bûye. Di bin vê desthilatdariyê de paşeroj ji Tirkiyeyê re nîne, yekîtî nabe, azadî û demokrasî nabe. Wê demê di sedsala duyemîn de divê Tirkiye demokratîk be, azadîparêz be, biratiyê pêk bîne. Ev mejî û siyaseta qirker û mêtinger divê teqez ji holê bê rakirin. Ji bo vê jî divê Tirkiye jinûve bê avakirin. Ev eşkere ye. Ev hilbijartin dawiya sedsaleke bi vî rengî, danîna hîmên bingehîn ên sedsaleke nû nîşan dide, lewma girîng e. Tirkiye wê di sedsala duyemîn de çawa be, wê bersiv ji vê yekê re bê dayin. Yanî wê bi destê AKP û MHP’ê siyaseta dijminatiya li Kurdan, jinan, Elewiyan, karkeran, kedkaran, gelan dewam bike? Yan jî wê ji holê bê rakirin, li ser biratiyeke baş, wê sîstemeke demokratîk û azad ava bibe? Wê Tirkiyeyeke welê ava bibe ku azadiya Kurdan, jinan, baweriyan, fikir, ked, demokratîk û pirengî ji xwe re esas werbigire? Weke civak, rêveberî û sîstemê wê Tirkiyeyeke bi vî rengî ava bibe? Ji bo vê yekê wê gav bê avêtin.
Divê mirov her tiştî jî bi hilbijartinê ve girê nede. Lê belê hilbijartin di vê pêvajoyê de parçeyekî girîng ê têkoşînê ye. Eşkere ye ku ev yek têkoşîneke mezin a şoreşgerî ye. Lê belê hilbijartin jî di têkoşîna şoreşê de amûreke girîng a guhertinê ye. Bi vê hilbijartinê re wê hin tişt diyar bibin. Divê her kes vê yekê rast binirxîne. Li Tirkiyeyê divê mirov vê rastiyê bibîne. Li gorî wê nêzîk bibe. Ev rabirdû divê teqez bi dawî bibe. Guhertin divê bibe yanî dijminatiya li Kurdan divê bi dawî bibe, dijminatiya li jinan, li Elewiyan, li karkeran, li kedkaran, dijminatiya li gelan divê bi dawî bibe. Ev yek şoreşeke, em têkoşîna şoreşê dimeşînin. Em ji vê re şoreş dibêjin. Têkoşîna guhertinê wê bi vî rengî be. Lê belê ev hilbijartin dikare bibe xelekeke girîng ji vê guhertina şoreşgerî re. Ji bo gelan, jinan, karker û kedkaran, ji bo bindestan pêvajoyeke şoreşê ya demokratîk dikare bide destpêkirin, dikare pêşî li şoreşa demokratîk veke. Dikare pêvajoyeke welê bide destpêkirin ku Tirkiyeyê bike welatê herî demokratîk û azad ê li cîhanê. Em dikarin vê bi zelalî bibêjin. Ji vî alî ve divê her cûre siyaset û mejiyê faşîst ê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe. Ev teqez bi vî rengî ye.
Girîng e her kes li hemberî vê faşîzmê helwesteke çalak nîşan bide. Muxalefet jî divê li gorî vê yekê be. Vê jî bibêjim; li Tirkiyeyê berê gelek hilbijartin hatin kirin, bi qanûnên cuda hatin kirin. Li hinekan ji wan bend tune bû. Her meyl, hema bibêje her meyla îdeolojîk dikarîbûn tevlî meclîsê bibûna. Tenê dengekî têrker ji bo wergirtina wekîlan diviyabû. Li tevahiya welêt benda hilbijartinê tune bû.
Ji 12’ê Îlonê û vir ve bend heye. Lê belê bîlançoyeke welê derkete holê ku di lîsteyên hilbijartinê yên heyî de hema bibêje hemû meyl hene û wê tevlî meclîsê bibin. Li holê partî nîne, tifaq jî nîne, tifaqên mezin hene. Eger AKP û MHP fen û fûtan nekin, nebin asteng û hilbijartin bi rengekî adîl bê kirin wê her meyleke îdeolojîk tevlî meclîsê bibe. Rewşeke welê derkete holê. Bala xwe bidin ser; AKP-MHP’ê eniya faşîst hemû gihand hev. Hêzên demokratîk û azadîparêz jî li nava Tifaqa Ked û Azadiyê gihîştin hev. Niha dibêjin ku ew bi Partiya Çepên Kesk tevlî hilbijartinê dibin. Lîsteyeke bi wî rengî çêkirin. Hema bibêje hemû meylên îdeolojîk hene. Wê bikevin meclîsê. Em karin vê bibêjin. Encamên vê hilbijartinê wê girîng bin. Wê meclîseke balkêş be. Lewma jî lîsteya tifaqa ked û azadiyê gelekî girîng e.
Lê belê ji aliyê tifaqên din ve jî rewşeke bi heman rengî heye. Di rewşeke bi vî rengî de divê çi bê kirin? Du tiştan dikarim bibêjim. Ya yekemîn divê faşîzm bê hilweşandin, ya duyemîn jî pêvajoya şoreşê ya demokratîk were destpêkirin. Divê ji tevnên pêvajoya şoreşa demokratîk bidin destpêkirin deng were dayin û bi vî rengî hêzên demokratîk û azadîparêz li meclîsê bibin hêza herî xurt. Bi vî rengî pêvajoyeke nû were destpêkirin. Bêguman têkoşîn wê dewam bike, em ê têkoşîna şoreşê dewam bikin. Lê belê hilbijartin di vir de dikare bibe pêngaveke gelekî girîng. Divê bindest hemû vê bibînin, gelên Tirkiyeyê vê bibînin, jin vê bibînin, bi taybetî jî gelê Kurd bibînin.
Ji bo Kurdan pêvajoya bidawîkirina siyaset û mejiyê qirkirinê yê sedsalî ye. Wê demê divê her kes berpirsyar be, dengê xwe bi baldarî bide. Ez bang li gelên Tirkiyeyê, jinan, ciwanan dikim ku piştgiriyê bidin hêzên demokratîk û azadîparêz, dengê xwe bidin wan. Bi taybetî bang li civaka Kurd dikim ku hesab ji dijminên Kurdan bipirsin. Bang li jinan dikim ku hesab ji dijminê jinan bipirsin. Bang li karker û kedkaran dikim ku hesab ji dijminên karker û kedkaran bipirsin. Bang li Elewiyan dikim ku hesab ji dijminên Elewiyan bipirsin. Bang li gelan dikim ku hesab ji dijminên gelan bipirsin. Kurd wê li Amed, Serhed, Botan, li her devera Bakurê Kurdistanê, li Çûkûrova û metropolan bi roleke dîrokî rabin. Divê vê rola xwe bi rengekî zane, rast û bi bandor bilîzin. Derfetên vê çêbûn, afirîn. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin.
Lê belê encamên vê yekê jî ji bo têkoşînê wê girîng be. Divê her kes bi rengekî zane tevbigerin, rol û mîsyona xwe bi rengekî rast bi cih bînin, xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe derkevin. Divê em hilbijartinên 14’ê Gulanê bikin demeke dîrokî ji bo hilweşandina faşîzmê û pêşîvekirina li şoreşa demokratîk.
Herî dawî dixwazim vê yekê bibêjim. Tayyîp Erdogan 14’ê Gulanê hilbijart. Qaşo di 14’ê Gulana 1950’î de hilbijartin bû. CHP têk çû, Partiya Demokrat bû desthilatdar, desthilatdarî guherî. Di salvegera wê de dike. Lê belê dixwazim vê yekê li bîra Tayyîp Erdogan bixim. 14’ê Gulana 1997’an jî heye. Êrîşî Zapê kirin, ji bo biryargeha navendî ya ARGK’ê tune bikin. Çi bi serê êrîşkaran hat? Li hemberî wê êrîşa 14’ê Gulanê gerîla serketineke çawa ya mezin bi dest xistin? Niha jî Hêzên Demokrasî û Azadiyê wê di vê 14’ê Gulanê de mîna ya sala 1997’an serketineke mezin bi dest bixin. Em teqez ji vê bawer dikin û serketinê ji her kesî re dixwazin.”