NAVENDA NÛÇEYAN – Festîvala Çand û Sporê ya ku ji aliyê ciwanên Kurd ên li Ewropayê ve tê organîzekirin, îsal li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi navê “Festîvala Ciwanên Kurdistanê” tê lidarxistin.
Ciwanên “Li Hemberî Qirkirina 100 Salê Bi Çanda Xwe, Xwe Bi Rexistin Bike!” Tê plankirin ku di 20’ê Gulanê de li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi dirûşmeya (Li dijî qirkirina 100 salî bi çanda xwe bi rêxistin bibin!) bên cem hev.
Komîteya Amadekar a mîhrîcanê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand, bal kişand ser girîngiya kombûna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li Ewropayê li dijî ciwan û gelên Kurdistanê tên meşandin û bang li wan kir ku beşdarî mîhrîcanên xwe bibin.
EM JIYANA ÇANDA XWE BERDEWAM BIKIN
Daxuyaniya nivîskî ya komîteya amadekar wiha ye;
“Em weke ciwanên ku malbatên wan koçberî Ewropayê bûne yan jî ji ber sedemên siyasî neçar mane werin Ewropayê, em dixwazin girîngiya hatina xwe ya weke Ciwanên Kurdistanê diyar bikin. Çalakiyên bi vî rengî ji bo ku di nav çand û gelên biyanî de li welatekî dûrî zimanê me winda nebin çalakiyên bi vî rengî pir girîng û bi qîmet in. Ji ber ku yek ji kûrtirîn rêbazên şerê taybet a li dijî ciwanên îroyîn jî dûrxistina wan ji çanda wan e. Bi vî awayî ciwanê ku nizane çi dixwaze û ji rêberiyê re vekirî ye, dikare bi hêsanî ji armanca xwe derkeve. Em vê yekê qebûl nakin. Ji ber vê em Festîvala Ciwanên Kurdistanê li dar dixin.
Banga me ji Ciwanên Kurdistanî yên li seranserê Ewropayê belav bûne. Werin em di 20’ê Gulanê de li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bicivin û her çend li Ewropayê ne jî çanda xwe zindî bihêlin.”
Bernameya Festîvalê:
Hûnermend:
-JINMA
-Bermal Çem
-Serhado
-Seyda Perinçek
-İbo Qamişlo
-Ulaş Kelaşin
-Koma Zelal
Bername:
-Folklor
-Sîpor
-Şah
– Kişandina ropê
-Pingpong (Tenîsa masê)
– Parka zarokan
Cîh: Wiesentalstrasse2, 79115 Freiburg
Dîrok: 20.05.2023
Demijmêr: 10.00