BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî detayên êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kir:
“Li herêma Zapê;
17’ê Nîsanê saet di navbera 04.00-07.00’an de herêma Berxwedana Girê Cûdî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi çekên giran hatiye êrîşkirin, hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dane û di encamê de bi dagirkeran re têkilî çêbûye.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di 17 û 18’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên Girê FM, Herêmên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Çemço û Sîda 12 caran bi helîkopterên êrîşê, 36 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”