MEXMÛR – Li wargeha şehîd Rûstem Cûdî li bajarê Mexmûrê îro jinên ciwan ên xwendevan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO bi silogana “Jin jiyan Azadi Serbixe Azadî” meşek lidarxistin. Îro di demjimêr 14:00 an de jinên ciwan ên xwendevanên li pêş dibistana şehid Koçerîn dest bi meşê kirin û heta pêş avahiya saziya malbatên şehidan meşiyan.
Li wir di serî de deqeyek rêz hat girtin û piştre bi navê xwendevanên wargehê Dinya Aygul daxuyanî hate xwendîn. Dinya Aygul got; “Em wek jinên ciwan bi silogana “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” heta azadiya fizîkî ya Rêber APO emê tekoşîn bikin û her di nav çalakiya de bin.”