NAVENDA NÛÇEYAN –
Em di dîroka xwe de salek şer a herî watedar û ber bi serkeftinê ve diçin, sala 1992’an li paş xwe dihêlin û dest bi sala 1993’an dikin. Bi mebesta vî şerê pîroz ku di bin rêbertiya PKK’ê de pêk te carek din dixwazim bangî we bikim!
Ji ber hûn miletê me yê herêmê, hinekê li rojavayê Bakurê Kurdistanê û bişaftin jiyan dikin, ango ji rastiya Kurdinî û heta rastiya mirovatî hatine dûrxistin, dixwazim bibîr bixim ev ne çarenûseke. Berovajî ji ber we wêrankariya mêtîngeriya kapîtalîst û Kemalîzmê herî zêde jiyan kiriye û ji ber vê sedemê jî li dijî wî hûn di wê asta pêşketinê de ne ku bikarin di têkoşînê de bersiva herî baş jî bidin. Ango dijmin polîtîkayek şerê taybet ya pir xeternak û xayîntî ku wî aliyê Firatê Kurdistanê nahesibîne û miletê li wir daqurtîne dimeşîne. Hûn jî pir baş dizanin ku, herêmên me pir ji zû ve li gorî plansaziyên şerê taybet hatin valekirin.
Pêşî provayên komkujiya li ser Meletî, Semsûr, Mereş û Dîlokê hatin ferzkirin hene. Armanca esasî ya provaya komkujiya sala 1978’an, weke îro di mînaka Pazarcixê de hatî dîtin valekirina welat bû. Ev jî dewletê di bin navê MHP’ê de bi hêzên xwe yên milîs da pêkanîn. Piştî wê jî ji bo derketina derve li gor dilê her kesî pasaport da wan – ev jî bi rêya komên şebeke kirin- û tevgerek valekirinê ya giştî da destpêkirin. Nexasim ji bo şêniyên xortên ciwan nehêlin hemû şandin bajaran, Ewrûpa û bi şêweyek hûrûkûr sîxurên xwe birêxistin kirin. Heta penaber anîn bicîh kirin, ev li ser eraziyên herî baş hatin bicîhkirin, hemû bazirganî û pîşesazî ket destê wan. Miletê Kurd jî her tiştê wî ji dest hat girtin û weke bipirtikînin li her derê belav bûn.
Ev lîstokek mezin a şerê taybete û ji bo vê rawestînin me jî hemû hêza xwe bikar anî. Niha hûn jî dizanin, bêku fîşek biteqîne welatê xwe wisa terikandin û carek din lê neveger ne çarenûs û rêya rizgarî ye. Ev ne jiyîne jî. Dibe ku pêşerojê we mehkumî jiyanek hîn qehirbar bike. Hûn nikarin weke gel misoger heta dawî binkeftin û radestbûnê bijîn. Êdî hûnê ji vê re bêjin; “Raweste.” Ev koçberî, bişaftin, zext û îşkenceya li ser we tê ferzkirin ne bê sedeme. Wexta we nasnameya xwe ya netewî winda kir, hûnê malbat û axên xwe yên ji bo wê pir têkoşiyan jî winda bikin. Jixwe hûn winda dikin. Dema rastiya we ya civakî hilweşiya, dê malbat jî hilweşe, kes li naverastê bimîne û jixwe wisa jî dibe. Dibe ku hûn îro ji kûranî dihizirin; “Ev çi bû hat serê me, em çawa ketin vê rewşê?” Ya rastî hûn xwe bi xwe neketin vê rewşê, hûn xistin vê rewşê. Ji ber nebûna rêbertiyek saxlem, ji ber komên şerê taybet ên dijmin çi bi şêwazek zirav, çi jî bi zordarî di meriyetê de bûn, berpirsên vê rewşa derketî holê ne. Elbet partiya me PKK, van baş dizane û ji bo pêşî li van bigire her cure hewldan jî raber kir. Vê jî ji we re vebêjim, me bingeha
partiya xwe destpêkê li warên we saz kir. Me xwest koma yekemîn a PKK’ê, bispêrin miletê kedkar ên weke we. PKK, partiyek zêdetirîn li gorî asta jiyana we guncav û bersivê dide rastiya we ya civakî ye. Niha jî hûn di rewşek derdor û deverên herî dûr mayî de ne. Me di pêvajoya 12’ê Îlonê de ji bo xwe bigihînin wan derdoran kêm hewl neda. Ji sala 1982’ê ve ji pêncsed kesî ve destwerdan kir. Hemû jî biçek bûn, jor heta jêr ji aliyê heyberî û giyanwerî ve dagirtî bûn. Lê qîmeta xwe nezanîn. Ev mijarek cuda ye. Lê ev destwerdanên ku dikariyan we gelek caran bi şoreşê bidan bidestxistin bûn. Bêguman em nikarin bêjin vale jî derketin.
Hêjî gêrîla li ber serê we ked dide. Me hûn bi tenê nehiştin. Feydeya vê ya herî mezin eve: Dijmin weke berê nikare komkujiya li ser we ferz bike. Heta xwedî îdîaya alîkariyê ye. Di bin navê; “Beşdarî PKK’ê nebin” de her cure tawîz jî dan, rêdanek heye, elbet ev jî xapandinin. Heta ku miletek bi xwe çarenûsa xwe destnîşan neke, dijminê wî derfetê nade yan jî dema dide jî dizane deh qetî berdêla wê jî bide dayîn. Lewra bi qasî hewce dike mirov bi hewldanên dijmin ên dawî neyê xapandin, divê hûn ji ber partiya me jî bersiva ku tê xwestin nedayî zêde weke asteng nebînin.
Dizanim hûn jî bi hêrsin, em jî bi hêrsin. Windahiyên bê wate yên vê sala derbasbûyî çêbûn. Rêhevalên me yên weke çiyan bêku rêkûpêk bi dijmin re şer bikin şehîd ketin. Di vir de jî hinek kesên di asta rêveberî de berpirsin. Em jî wan berpirs dibînin. Me hesabê vê xwest û ji bo cardin rêveberiyek rast saz bikin, me
hewldanên xwe kêm nekirin. Divê şaşiyên ku çend kesan kirîn mirov neke para partiyê. Jixwe, hûn jî dikarin rastiyan ferz bikin.
Ji bo ferzkirina rastiyan çi ji destê we tê bikin. Dîsa jî tevkariya xwe ya ji gêrîla re kêm nekin. Divê hema hema her malbatek ewladek xwe bişîne nav gêrîla, derdorên dewlemend jî hinekê alîkariyê bike. Dîsa pêwîste her kes li gund û bajarên xwe xebatên welatparêziyê pêş bixe. Ango nebêjin; “Em lewazin, ma dê bi me çi çêbe?” Ev fikrek kevnare. Niha derket holê ku rewş ne wisa ye, ger hemû gund û bajarên welat rabin ser piyan wê dijmin qet nekare li ber xwe bide.
Weke min amaje pê kirî, rewşa heyî bi ferasetek ku nayê guhertin negirin dest. Bêjin; “Dikare bê guhertin û em jî bên guhertin. Heta ev herêmên me weke beriya salên 1980’î, dikare niha jî di asta herî pêş de rol bilîze.” Ev nêzîkbûnek raste. Hûn jî pir baş dizanin ku, pêşveçûnek diyar jî heye. Welatparêzî cardin zindî dibe. Nexasim miletê me yê ji Meletî wê di vê salê de zêdetir beşdarî têkoşînê bibe. Li Ewrûpa û bajaran baldarî pêş dikeve. Dîsa wê miletê Semsûrê cardin xwe bigihîne rola xwe ya berê. Wê welatparêziya pir hêja li vir jî xwe birêxistin bike û rola xwe ya dîrokî bilîze. Miletê me yê Mereşê qet dev ji têkoşînê berneda. Nexasim deverên weke Pazarcix û Elbîstanê dikarin hîn baştir û hûrûkûr pişgiriyê bidin xebatên ku herêmê bigirin bin bandora xwe. Miletê me yên van deveran
zana ye. Dîsa Dîlok weke bajar potansiyelek mezine. Ya rastî miletê me yên li Dîlokê girêdayî partiyê ye, lê baş nehatiye birêxistinkirin. Ji ber ceza ji nokerên xayîn û kesên îşkencevan re nehatiye dayîn, hinekê jî xembare. Bêguman ji bo em vî bajarê xwe jî cardin veguherînin qada şer, -jixwe di dîroka PKK’ê de xwedî cihek girînge- dê hewldan neyên kêmkirin.
Hûn miletê me yê hêjî her weke din dixwazin fêm bikin di gelemperiya welat de çi rû didin. Her çendî her roj bê berovajîkirin jî, saziyên çapemenî û weşan di derheqê me de zanyariyan didin. Dibêjin; “Di şerê Başûr de du hezar kes hatin kuştin. Emê bi operasyonên hundurîn ve dawiya wan bînin. Dîsa ger me nekaribe zivistanê wan tine bikin, emê biharê yan jî havînê wan tine bikin.” Hema bêje ev bîst salin van dibêjin. Ev neh salin jî bi mebesta Pêngava 15’ê Tebaxê vê dibêjin. Dema em sê kes bûn, me bi komek biçûk ve dest bi xebatê kir, van çi kir? Me Pêngava 15’ê Tebaxê bi çend sed kesî ve pêk anî. Di navberê de neh sal derbas bûn. Her sal jî bi artêşek qasî nehatî dîtin ve êrîş kirin. Çi kirin? Ma karîn me ji mezinbûnê dûr bixin? Na!
Hûn jî pir baş dizanin, dijmin hemû hêza xwe bikaranînê û hêzên noker ên li Başûr jî kirin meriyetê, wisa xwestin me di sala 1992’an de tine bikin. Cîhan jî ji xwe re kirin palpiştek. Di encamê de pêşketina PKK’ê tiştek ji leza xwe winda nekir. Hîn zêdetir qad û çeper bidest xist, hîn zêdetir ezmûn bidest xist û mezinbûna artêşê jî berdewam kir. Milet hîn zêdetir serwext bû. Ev derket holê: Li gorî ku di demên herî zehmet de jî partiya me wisa pêş ket û miletê me yekîtiya xwe xurt kir, serkeftin misogere. Xwestin sala 1992’an ji bo me veguherînin salek tinekirinê. Lê tam berovajî Komara Tirk dihilweşe, ji nav cîhanê tecrîd dibe û wê di hundur de jî tecrîd bibe. Hûn jî rewşa wî ya siyasî dizanin, bûhranê dijî. Jixwe hûn partiyên siyasî yên burjuva jî dizanin, desthilat û muxalefet jî dizanin di rewşek ‘yek ji yekî xirabtir’ de ye. Ya rastî komek kontragêrîla Tirkiyê birêve dibin. Ev kontragêrîla jî wisa ketî û tirsoneke, tenê dikare dizîve vê bike, hinekan bikar tînin û wan jî berdin me daku êrîş bikin.
Hizbullah derxistin holê. Berê çepgiriya sexte hebû, netewperestiya paşverû û PDK’perestî hebû. Hemû hatin valederxistin û bîrdoziya Kemalîzmê bi temamî ji welatê me hat derkirin. Vê carê jî hestên milet ên olî xirab bikar anîn, bi navê Xweda, bi navê ‘Partiya Xweda’ êrîşî ser Tevgera me ya Rizgariya Netewî kirin. Bêguman emê vî baskê şerê taybet jî tecrîd bikin û di encamê de bêbandor bihêlin. Tevdîrên partiya me hene, dê vê bike. Dijmin hemû çekên ku bikar bîne di sala 1992’an de bikar anî. Vê salê jî çekên xwe bikar tîne, operasyonan dike, heta dibêje; “Emê havînê yan jî biharê tine bikin.” Hemû pêşketin jî vê destnîşan dikin, ger dijmin vê salê jî binkeftî temam bike, wê bi temamî rêya rizgarî vebe. Hemû hewldanên me jî sala 1993’ê tam kirina sala serkeftinê ye. Ev hezar salin yekem care em di dîroka xwe de firsendek wisa bidest dixin. Ji bo nirxandina vê firsendê, bêguman her çendî dereng jî be hûnê jî alîkariya xwe bikin. Ger em dixwazin li vî welatî bijîn, em neçarin ser bixin.
Jixwe hinek din welatê xwe nakin welatê me. Pêwîste em di vê mijarê de jî ne xafil bin. Ewrûpa û bajarên mezin, ne warên ku em lê kêfxweş bibine. Ji niha ve em weke qurbanên lîstokek mezin li van deran dimînin. Vêca çi kesê evqasî ji welatê xwe hatî dûrkirin dikare kêfxweş be? Dilxweşî li welat dibe, bi yekbûn û dana şerkirina miletê me ve çêdibe. Belê me ev hinek din baştir fêm kir û ya rast jî wisa ye.
DEWAM DIKE…
Çavkanî: Di şoreşa demokratîk de serhildanên gel, Abdullah Ocalan