NAVENDA NÛÇEYAN –
Niha ji we re vê vedibêjin, ji bo carek din di sala 1993’an de rolek pêşeng bilîzin, heta ji bo derbaskirina kêm û kurtiyên gêrîla jî xwe bidin pêş. Hewl bidin xwe bi xwe birêxistin bikin. Ger kesên bi navê partî yan jî gêrîla tevdigerin ne hêjayî bin, divê ev neyê wateya hûnê jî vale rawestin. Kolan bi kolan, gund bi gund xwe birêxistin bikin. Hûn bi xwe jî dikarin sîxurên di nava xwe de tasfiye bikin. Em behsa yekîneyên parastina cewherî û bîrîmên milîsên parastina gundan dikin. Ev jî dikarin dijminên milet baş ceza bikin. Ger hûn fermanê dixwazin, ev xalên em vedibêjin besin. Ger gêrîla nikare xwe jî biparêze, nexwe hûn bikevin meriyetê, gelek rêxistinkirin û çalekiyan lidar bixin. Hêjayî gotinê ye, dijmin ne di wê rewşê de ye ku, wisa tine bike. Me dijmin di gelemperiya welat de tengav kiriye. Wê
dijmin kîjan herêmê venêrîne û tine bike? Ji sînorên Sovyetê, Çiyayê Agirî bigirin, heta Bîngoxayan yek çiya yan jî herêma ku gêrîla neketî navê nemaye. Hemû cîhan bi artêşên xwe ve jî werin, nikarin venêrînê li ser vir bikin. Dijmin dê me li Başûrê Kurdistanê tengav bikin. Niha em li Başûrê Kurdistanê hem ji aliyê leşkerî û hem jî siyasî ve pêvajoyek pir xurt dijîn. Me çeperên xwe jî hîn berfirehtir kir.
Komara Tirk xwest Îran, Sûrî û Iraqê dijberî me derbixe. Di vir de jî ser neket. Wê sînorê Iraq, Sûrî û Îranê ji her demê zêdetir kar bike û dike jî. Xêra miletê me, herêma Kafkasan vebû. Em dikarin li wir li gorî dixwazin tevbigerin. Wê îsal Ewrûpa bi çavsorî pişgiriya şovenîzma Tirk neke. Heta wê Emerîka jî di pêvajoya rêveberiya Clînton a nû de weke berê pişgiriyê nede polîtîkaya tinekirinê ya Tirkî. Ev ji niha ve wisa ye. Ango diyare wê di qada dîplomasiyê de kar zêdetir pêş bikevin.
Ya herî girîng jî partiya me di hundur de amadekariyek mezin a gêrîla dike. Em bi hêzek çekdarî ya nêzî deh hezarî ve derbasî sala pêngavê dibin. Dîsa li bajaran eniya siyasî ya miletê me di rewşek ku her cure serhildanê pêk bînê de ye. Em ber bi Newrozê ve diçin. Di vê manê de Newroza sala 1993’an, wê bibe sala azadiyê ya herî berfireh a dîroka me, wê di dîrokê de yekem car ev Newroz bê wateya rojek nû. Wê di radeyek girîng de Kurdistan azad be. Ya rastî ji niha ve qadên çolterê ji sedî heftî di bin venêrîna me de ye û li bajaran jî heta radeya dawî giraniya dijmin a siyasî hatiye lewazkirin. Lewra li hinek bajaran bi navê Hizbullahê kontrgêrîla ferz dikin. Ev jî nayê wateya ew xurtin. Na, deverên herî lê lewaz evderin. Ango dijmin hem li çolterê, hem jî li bajaran tecrîd dibe û dê gêrîla jî misoger mezin bibe. Wê îsal gêrîla bi deh hezaran bê ravekirin. Dibe ku hêza me ya çekdarî xwe bigihîne pêncî hezarî.
Ji bo van tevan jî milet têrê dike. Ango xwe sipartina we ve ev pêşketin rehetî dikare bên kirin. Lewra ti carî bawerî bi derewên dijmin ên dibeje; “Emê îsal biqedînin, me nekarîbe di sala 1992’an de biqedînin, emê di sala 1993’an de biqedînin” neyînin. Dijmin di hêmanên çapemenî û weşanên burjuva de, her tim behsa wê partiyê çawa biçewsîne û tasfiye bike dike. Ev propagande ne, şerê derûnî ye. Nekevin lîstoka dijmin. Partî û Şerê Rizgariya Netewî ya pêşengiya wê dike, pêvajoya xwe ya herî xurt dijî. Ez bi xwe li nav vê têkoşînê me. Vê jî bêjim, ez 20. Salvegera vê xetê dijîm. Min bihara vê ya sala 1973’an jî jiyan kir û bihara sala 1993’ê jî dijîm. Me ne ji sifirê, ji yên dêrîn destpê kir. Fîşekek û quruşek jî nebû, wê demê ez deyndar bûm. Lê niha em dikarin artêşekê xwedî bikin û bi çek bikin. Em rojê deh hezar kesî têr dikin û xwedî dikin. Ango hinekê jî em ber bi nîv dewletbûnê ve diçin. Me ev rewş ji tinebûnê afirand. Li dîroka me ya rêbertî binêrin, ji rewşek deyndarî em çawa ber bi rewşek ji dewletê jî xurtir ve hatine? Ji bîr nekin, me beramberî cîhanê şer meşand û ev şer jî ser xist. Elbet me dijberî paşverûyên cîhanê şer meşand û niha jî hema bêje Kurdistan ber zayînê ye.
Êdî dost û dijmin jî li xwe mikur tên. Ango ji bo miletê Kurdistanê yên hîn doh şerim dikirin navê wê bilêv bikin û we baweriya xwe bi serkeftina wê ne danî, êdî serxwebûn mijarek demek nêze. Ango li ber berbangê ye, bi qasî sibe zelal bibe nêze. Hûn jî ji nêz ve dibînin. Lewra dibêjim, qet nebê em îsal lîstokên dijmin xirab bikin. Hûn miletê me yê herî zêde şerê taybet dijîne. Lewra herî zêde jî hûnê li dijî wî bibiryardar têbikoşin. Her çendî zehmet jî derbas bibe, me dîsa gêrîla gihand we. Hûn dikarin bawerî pê bînin û hejmara wê jî zêde bikin. Ji bo vê hûn bi xwe kampanya birêxistin bikin, xwarin û li ber xwe kirinên wan hûn amade bikin. Heta cihê wan ên xwe veşartinê jî hûn amade bikin, malên xwe jî bikin sipartekên veşartinê. Nexasim xebatkarên gund û bajaran biparêzin. Hûn dikarin kampanyayên pişgiriya heyberî vekin. Li herêmê yên pir dewlemend hene, ger ev niha xwe ne selmînin, dê siberojê nekarin li vî welatî bimînin. Yên dixwazin li
vî welatî bimînin û bijîn, dê bizanin di rojên zehmet de alîkariyê bikin.
Yên halxweşin li şûna bace bidin dewletê, bila bace bidin şerê rizgariya netewî ya pîroz. Ya rast jî wisa ye. Ol jî vê dibêje, felsefe jî, neteweyî jî vê dibêje. Pereyên ku hûn didin dijmin, dibin fîşek û li me dizivirin. Çi partiya desthilat be, çi jî partiya muxalefet be, ev pişgiriya siyasî ya hûn didin partiyên burjuva tev dibin fîşek û me dikujin. Lewra em pişgiriyê nedin van. Em nebin leşkerên artêşa wan. Bila ciwanên me di Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) de li hev bicivin. Ti karê ciwanên me li nav artêşa faşîst de nîne. Dîsa bi hemû hemşeriyên xwe yên li bajarên mezin û Ewrûpa re di nav şêwrê de bin, ji wan bigirin, bidin wan, bi rêya wan xwe birêxistin bikin. Hûn bi xwe rêxistinbûna xwe ya cewherî saz bikin. Çi li gund çi jî li bajaran dibe komîteyên xwe yên eniyan û komîteyên xwe yên milet sazûman bikin. Paşê hûn dikarin ji partiyê re ragihînin. Li gêrîla jî miqate bin, kêmasiyên wan rexne bikin, lê belê ji aliyê din ve jî wan biparêzin. Ji ber hinek şaşiyê dikin, vê bi temamî nekin malê partiyê.
Ev hemû diyar dikin ku, peywirên we jî pirin. Hemû milîtanên PKK’ê jî kêm kar nakin, jiyana xwe feda dikin, bi rastî jî her roj bi çalekî û berxwedaniyên dîrokî ve hewl didin xwe biselmînin û hêjayî we bin. Bi rastî jî gêrîlayên PKK’ê jî her tiştê xwe feda dikin û wisa li ber xwe didin. Xulase di dîroka me de yekem care rêxistinek wisa pêşeng, artêşek şer a çekdarî û têkoşînek ber bi cîhanê ve vedibe pêk tê. Hûn jî ji vir û şûn de hîn zêdetir û hêjayî pişgirî bidin. Lewra em ji eniya we jî agahiyên serkeftî hêvî dikin. Divê êdî eniya we bi me bide bihîstin çiqas pêşketinên berz hene.
Ji bîr nekin, em ji tinebûnê hatin vê rewşê. Vaye xebatên min ên bîst salan di xizmeta we de ye. Kesekê gotinek ji min re nekir. Alîkariyek quruşekê û çekekê nekir. Em dikarin we tevan di bin berpirsyariya xwe de biçek bikin. Yên birçî jî têr bikin. Em dikarin hemû welat bi keda xwe veguherînin buhiştê. Me rêya vê jî vekir. Em xwe ji vê peywirê nadin paş. Me di rojên herî zehmet de jî bi tena xwe kir. Ji vir û şûn de jî dikarin hîn zêdetir bikin. Me girêdana xwe ya beramberî we çawa diyar kir? Doza we bi cîhanê da nasîn, nasnameya we bi faşîzma Tirk da pejirandin û beriya her tiştî çeka rêxistinê, çeka gêrîla da we û destnîşan kir ku me dev ji we bernedaye. Me miletê xwe yê di demê de, di rewşek herî zehmet û tenê de xurt kir û pişgirî dayê. Girêdan wisa ye, rêbertiya rast jî wisa ye. Ji hemû rêberan xizmeta ku wisa ji we re bike bixwazin û ji rêberên wisa xizmetê dikin re jî, hem jî girêdayî berjewendiyên demdirêj û hewcedariyên wê pêk tînin re girêdayî bimînin.
Tişta em ji we re bêjin eve: Me ji we re xizmetek baş kir. Hûn baş bi têkoşînê ve girêdayî bin. Di navbera xwe de cih nedin sextekaran. Xwe bi zana, birêxistin bikin û xwedî li peywirên xwe derbikevin.
Wexta em hewl didin li ser vî bingehî sala 1993’ê ser bixin, hêvî dikim ev sal ji bo we tevan bibe sala têkoşîn û serkeftinê.
Silav û hezkirinê xwe pêşkêş dikim.
17 Adar 1993
ABDULLAH OCALAN
Çavkanî: Di şoreşa demokratîk de serhildanên gel, Abdullah Ocalan