QELADIZ – Ajansa RojNEWS raghihandiyê ku li Soran jinek ciwan a 16 salî û li Qeladizê jî jinek ciwan a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Rêjeya mirina bi guman a jinan her ku diçe zêdetir dibe. Di nava heftiyekê de çar bûyerên mirinên bi guman ên jinên ciwan derketine.
Duh li gundê Lêlkan a bajarokê Sîdekan ya ser bi îdareya serbixwe ya Soran, jinek ciwan bi navê ‘Hejar Mistefa Seîd’ ku 16 salî bû bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Kesûkarên Hejar ji polîsan re ragihandibûn ku di dema çêkirina xwarina êvarê de, gaz pê ve teqiqaye û piraniya laşê wê şewitiye, ji ber vê yekê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha li aliyekê din li gorî welatiyan di tora medya dijîtal ya facebook’ê de belavkirîn, li navçeya Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn jinek ciwan a 18 salî di encama girtina elektrîkê de jiyana xwe ji dest daye.
Rêjeya mirinên bi guman ên jinan her ku diçe zêdetir dibin û zihniyeta zilamsalarî ku şidet û desteserkirina jinan didomîne, gelek caran ji bo xwe ji yasayê rizgar bike, kuştin û şewitandinê wek buyerek asayî lê dike.
Hêjayî gotinê ye ku di 19’ê Nîsanê de li Akrê jina ciwan a bi navê ‘Lara Elî’ bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da ku kesûkarên wê gotibûn ku wê xwe şewitandiye.