ŞENGAL – Xelkê Şengalê, li dijî vegerandina malbatên ku di dema fermana Êzidîyan de bi DAIŞ’ê re tevgeriyane, rabûn ser pêyan û ji artêşa Iraqê û Asayîşa Nîştîmanî xwest ku wan malbatan nexin Şengalê.
Emin-El Wetenî (Asayîşa Nîştîmanî ya Iraqê) û Artêşa Federal a Iraqê gelek malbatên ku di dema fermana 2014’an de bi DAIŞ’ê re tevgeriyane û destê wan di xwîna civaka Êzidî de heye, vegerandin Şengalê.
Piştî ku xelkê Şengalê kesên bi DAIŞ’ê tevgeriyane û vegerandine Şengalê nas kirin, daketin qadê û bi tundî li ber rabû.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê Rojnewsê ji navenda Şengalê daye, hêzên Iraqî plan kiriye ku 30 malbatan vegerînin û beşek ji van malbatan vegerandine. Xelkê Şengalê jî wan ew nas kirine ku di dema fermanê de bi çeteyên DAÎŞ’ê re tevgeriyane.
Hate gotin ku li qada Yermuk a Şengalê xelkê Şengalê kom bûye û li dijî vê hewldana hêzên Iraqê xwepêşandanan dikin. Ji dîmenan jî xuya dibe ku fermandarên Iraqê li pêşiya gel sekinîne û gel jî nerazîbûnên xwe radigihînin û dixwazin artêş dest ji vegerandina van malbatan berde.
Di nava xwepêşanderan de mezinên civaka Êzidî û dayîk jî hene û hewil didin ku bêyî aloziyek li herêmê rû bide, mijarê çareser bikin û ew malbatên anîne cardin derbixin.