MEXMÛR – Li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li Sazîya Malbatên Şehîdan gelê wagehê bi merasimek girseyî Şehîd Dilxwaz Gabar bi bir anîn û soza şopandina riya tevhî Şehîdan dan. Merasim bi Deqeyek Rêzgirtinê destpê kiri, piştî rêzgirtinê nasnameya Şehîd hat xwendin. Her wisa li ser navê gelê Mexmûrê Ehmed Nêrwehî bal kişand li ser tekoşin û fermandarîya Şehîd Dilxwaz Gabar û got: “ Şehîd Dixwaz weke navê xwe dilxwazê welatê xwe bu, Heval Dilxwaz rihekê Apocîtî, netewî û rihekê şoreşgerî di xwe de çandibu.” Piştî ku Ehemd axafinê xwe qedand doruşmeyên “Şehîd Na Mirin” “Bê Serok Jiyan Nabe” merasim qediya.