NAVENDA NÛÇEYAN – Di nava 4 rojên borî de 7 buyerên xwekuştinê di nava ciwanên li Iraqê de hatiye qeydkirin ku beşek ji wan zewicîbûn. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku ji her 4 welatiyên Iraqê, yek jê di warê derûnî de netemame.
Di nava 4 rojên borî de li Iraqê çend buyerên xwekuştinê hatin qeydkirin. Yek ji wan jinek ciwan a 17 salî bû ku ji ber pirsgirêkên zewaca xwe dawî li jiyana xwe anî.
Di derbarê vê yekê de Wezareta Tenduristiya Necef bi daxuyaniyekê ragihand ku jinekê ku di sala 2006’an de li taxa Serbazî ya bakurê Necefê jidayîkbûyî ji ber pirsgirêkên li gel hevserê wê dawî li jiyana xwe aniye.
Medya Iraqê ragihand ku Saziya Ewlekariyê di nava 4 rojan de 7 buyerên xwekuştinê qeydkiriye ku 5 jê di nava du rojan de çêbûne. Piraniya buyerên xwekuştinê bi awayê bikaranîna demance, birîna demarê dest û xwe darvekirinê hatine kirin. Her wiha sedemên xwekuştinê jî weke bêkarî, hejarî, dagirkeriya çandî û bikaranîna xirab ya qadên peywendiyan hatine diyarkirin.
Ji derveyî vê, xwekuştina jinên ciwan ên zewicî, zexta li ser jinan di zewacê de û zayendperestiya civakê radixe ber çavan. Lê ev yek ji aliyê rêxistinên tenduristiyê ve nehate gotin.
Li Iraqê di çend salên borî de rêjeya xwekuştinê di rêjeyek berbiçav de bilind bûye. Heta niha çareseriyek derûnî ji bo kesên ku tenduristiya derûnî ya malbatê ne baş e nehatiye pêkanîn.
Li gorî raporek a Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (HRW) ji her 4 welatiyên Iraqê, yek jê di warê derûnî de ne temame ku Iraqê tenê ji sedan 2’ê bûdceya tenduristiyê ji bo çareseriya derûnî xerc dike.
Çavkanî: RojNEWS