TEBQA – Yekîtiya jinên ciwan li herêma Tebqayê li ser girîngiya parastina jîngehê li navenda çandê ya herêma Cirniyê panelek li dar xist.
Panel di çarçoveya û bi slogana ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ hat li dar xistin. Di panelê beşdarvan ji bajarê Minbic, Reqa û Tebqa yê tevlî vê panelê bûn. Her wiha ji nûnerên jinên ciwan di nava saziyên sivîl de jî beşdarbûn çê bû.
Di panelê de bal hat kişandin ser bingehên parastina şînahiya nebatan û çareserkirina hemû ziyanên ku di salên borî de li rastiya jîngehê de hatine, û pêwîstiya belavkirina çanda çandiniyê û pêşî lê girtina çolbûnê. Her wiha bal hat kişandin ku jinên ciwan di vê çarçoveyê de plansazî yên pêşerojê daynin û qadên kesk zêde bikin