HELEB – Jinên ciwan li Bajarê Helebê bi diruşmeya ‘’Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’’ ji bo fizîka azadiya Rêber apo meş lidar xist. Bi dehan jinên ciwan daketin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin. Meş ji taxa Şêxmeqsûd destpêkir û li taxa Rojhilat veguherî mîtîngê. Ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyekî rêzgirtin hat girtin. Li ser navê endama Yekitiya Jinên Ciwan Nadiya Yûsif axivî û wiha got ‘’Bi diruşma Jin Jiyan Azadî ya ku berhema Rêber Apo ye jinan xwe nas kir û xwe di hemû qadan de rêxistin kir destkeftî bi dest xistin. Emê têkoşîna xwe li ser xeta Rêber Apo bidomînin heta ku jin û civak were azad kirin. Meş bi sloganên “Jin Jiyan Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.