BEHDÎNAN – Fermandariya Qada Botanê têkildarî mijarê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha da zanîn:
“Di 9’ê Cotmeha 2019’an de Çetîn Gungor ê ku li herêma Cûdî ya Botanê di kana komirê de dixebitî, ji bo ku bi wî re were axaftin, hêzên me ew destgîr kiribû. Welatiyê me Çetîn Gungor ê ji navçeya Dêrgulê ya Şirnexê ye, dema li cem hêzên me bû ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Di serî de em ji malbata Gungor û hemû xizmên wî re sersaxiyê dixwazin û ji ber vê bûyera ne xweş em xemgîn in. Ev bûyera nexweş ji ber şert û mercên şer ên dijwar, piştî lêkolîneke xurt hatiye zelalkirin.”