NAVENDA NÛÇEYAN – Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) û rêxistina Civaka Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi armanca bîranîna girtiyên siyasî yên Kurd Şêrîn Elemholî, Ferzad Kemenger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan ên di sala 2009’an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatine darvekirin, li paytekta Belçîka Brukselê wê meşek organîze bikin. Ji bo meşa ku wê di 6’ê Gulanê de pêk were, banga tevlêbûnê hate kirin.
Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hate gotin:
“Komara Îslamî ya Îranê 44 sal in bi şêweyên cur bi cur zilm û zordariyê dike û gelên li Îranê dijîn ji mafê jiyana azad û bextewer bêpar dike. Lê di van salên reş û tarî de, çi di nav malan de û çi di nav kolanan, dibistan û kargehan de gelê bi xîret li berxwe didin û şoreşger qad vale nehiştine.
Dewleta Îranê ji bo berxwedan û raperîna şoreşger û gel bitepsîne her cure êrîşan pêk tîne. Yek ji wan amûrên ku Komara Îslamî ya Îranê ji her amûrekê zêdetir ji bo tepeserkirina şoreşgeran bi kar aniye, darvekirin a nemirovane ye. Di vê çarçoveyê de di 9’ê Gulana 2009’an de çar şoreşgerên Kurd û endamên Partiya Jiyana Azad Kurdistan (PJAK) Şîrîn ElemHolî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekilî û çalakvanekî din ê bi navê Mehdî Îslamiyan hatin darvekirin.
Divê bê zanîn ev hovîtiya nemirovane ya Komara Îslamî nekarî li ber berxwedanê bigire. Bi êrîş û darvekirinan nekarî pêşî li armanca şoreşgerî yên şehîdên 9’ê Gulanê bigire. Encama têkoşîn û berxwedana hevrêyên me di çerçoveya felsefe û dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ de bûye hêzeke mezin û qad li Komara Îslamî ya Îranê teng kiriye.
Bi vê armancê ji bo em xwedî li bîranîna şehîdên 9’ê Gulanê derkevin û darvekirin û binpêkirina mafê mirovan şermezar bikin, em ê dakevin qadê. Her wiha ji bo piştgiriya şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ em ê dengê xwe li dijî kiryarên hovane ya Komara Îslamî ya Îranê bilind bikin. Weke Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê û Civaka Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê, em ê di 6’ê Gulanê de li 1-5 pm a Brukselê bên cem hev û meş li dar bixin. Ji ber vê yekê em bang li hemû hêzên azadîxwaz dikin ku bi sembol û rengên xwe beşdarî vê meşê bibin, da ku bibe çalakiyek bi bandor li dijî darvekirinê û piştgiriya şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ li Kurdistan û Îranê.”