ŞEHBA – Yekîtiya jinên ciwan li Şehba bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” meşa meşale lidar xist. Bi dehan jinên ciwan beşdarî meşe bû bê navber sloganê “Jin Jiyan Azadî” û “Bê serok jiyan nabe”hat avêtin.
Di dawiya meşê de li ser navê jinên ciwan berdevka jinên ciwan Zeyneb Xelîl axivî û wiha got:
“Emê bi kampanya nû azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Jinêk ciwan bê têkoşin nemîne, emê bê navber xebatê xwe bidin meşandin. Wek jinên ciwan hêza me heye ku em cîhanek azad ava bikin. Ji ber wê bangawaziya me ji bo tevahî jinan heye ku: Werin em hevre jiyana azad bi afirinin.”
Meş sloganên “Bê Serok Jîyan nabe” û “Jin Jîyan Azadi” dawî bû.