BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir. Di bîlançoyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hêza bingehîn a parastinê û îradeya azadiyê ya gelê me yê bindest e, li gel şert û mercên herî giran jî xaka Kurdistanê ya pîroz bi rengekî fedaî ji hêzên mêtinger parastin, diparêzin. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ku dijminê sondxwarî yê gelê Kurd e, derfetên li ber destê xwe hemû bi kar tîne û êriş dike. Rejîma şerê taybet a faşîst ku ji aliyê siyasî û aborî ve têk çûye, li ser bingeha tunekirina îradeya azad a gelê Kurd, şerê xwe yê qirêj dewam dike û bi vî rengî hewl dide li ser piyan bimîne. Li gel van êrişan, gerîlayên me yên bi fedaîtî şer dikin bi kûrkirina xeta berxwedanê rê nedan mêtingeran û bi berxwedanê dîrok nivîsandin.”
“Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ku hebûna xwe li ser tunekirina gelê Kurd ava kiriye û dixwaze bi rêbazên şerê qirêj encamê werbigire, bi nêzîkbûna hilbijartinê re êriş zêde kiriye, bi nûçeyên derewîn û çîrokên sexte yên serketinê dixwaze raya giştî bixapîne û ji siyaseta şer encamê werbigire. Rejîma AKP-MHP’ê ya sûcdarê şer ji Mêrdînê heta Botanê, ji Botanê heta Serhedê li Bakurê Kurdistanê bi hezaran dagirkerî û teknîkeke bêdawî bi dehan caran êrişên ji bo tunekirinê kir. Li gel vê yekê li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên bi îradeya fedaî xwe xemilandine, nekarî encama dixwaze bi dest bixe.
HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ HEZAR Û 81 CARAN HATIN BOMBEKIRIN
Çeperên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi qasî ku hêzên me tespît kirin 76 caran bi balafirên şer, 61 caran bi helîkopterên êrişê, 944 caran bi tank, top, obus û çekên giran bi giştî 1081 caran hatin bombekirin. Artêşa Tirk a mêtinger sûcên xwe yên şer zêde kir, li ser çeperên berxwedanê yên gerîla 8 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anî. Rejîma faşîst bi rengekî çavsorane her cûre sûcê şer û li dijî mirovahiyê dike û ji vê yekê hêviyê dike. Ev yek jî hewldanên dawî yên rejîma li ber hilweşînê ye. Hêzên me li cihên ku dagirkeran êriş kirin û şer qewimî, bersiv dan dijmin û şer qewimî. Di vî şerî de 2 dagirker mirin, sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin û çekek topê ya 57’an hate îmhakirin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku wek Gerîlayên Modernîteya Demokratîk xwe jinûve ava kirine û bûne hêviya azadiyê ya jin, ciwan û hemû bindestan, bi keda pîroz a hevrêyên me yên nemir ên heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî tê koşiyan, hêviya ji bo paşeroja azad xurt dikin. Ji fedaiyên me yên ku meha Nîsanê li Bakurê Kurdistanê nemir bûn, hevrêyên me Xebatkar Bagok, Bager Wan, Hêjar Zozan, Rosîda Bawer, Ekîn Rizgar Malazgîrt û hevrêyê me Botan Goyî yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tev li karwanê nemiran bûn, bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka berxwedanê ya bi rûmet a gelê me nivîsandin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdsitanê ku têkoşîna Dilxwaz Gabar û Gulçiya Gabar ji xwe re kirine mîrate û berê xwe dane serketinê, li ser şopa şehîdan û xeta Apoyî bi rengekî bêteredût wê tê bikoşin û doza azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin.”