BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev daxuyanî da
“Li herêma Zapê;
Di 2’ê Gulanê saet 09.00-12.00’an artêşa Tirk a dagirker bi obus û tankan êrîş birine ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me ji bo xweparastinê li dagirkeran dane.
Li herêma Metînayê;
Di 28’ê Nîsanê de li herêma Girê Ortê droneke bombebarkirî ket. Hêzên me ev dron desteser kirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di 2’ê Gulanê de qadên me yên berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amêdiyê û çeperên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 17 caran bi obus, tank û çekên giran bombe kirine.
Dagirker hewl didin çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê bi kepçe û dozeran hilweşînin.”