KOBANÊ – Li bajarê Kobanê bi sedan ji ciwan û gelê herêma Firatê sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ji bo veşartina Endamê Tevgera Ciwanê Şoreşger, Şehîd Ferhad (Ferhad Hemed Mistefa) kom dibûn.
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Endamê Tevgera Ciwanê Şoreşger ê Xeta rojavayî Kobanê Hîlal Xalib axivî û diyar kir ku heval Ferhad heta dawiyê berxwedanî û têkoşîneke bê hempa kir û got ku ew ê şopdarê rêya wî bin.
Endama Kongra Star a Herêma Firatê Xwînav Xelîl jî axivî. Xwînav diyar kir ku ew di pêvajoyeke pir hesas de derbas dibin û destnîşan kir ku divê asta xebat û têkoşîna her tim xurttir be.
Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.