BEHDÎNAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji rojnameya Serxwebûnê re hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxand. Bayik got, “AKP-MHP hevrikên xwe weke dijminekî dibîne ku divê bê tunekirin. Ji ber vê yekê serî li her rê û rêbazê dide. Li devereke din a cîhanê hilbijartineke bi vî rengî nehatiye kirin.”
Nirxandina Bayik a li ser mijarê bi vî rengî ye:
“Li devereke din a cîhanê hilbijartineke bi vî rengî nehatiye kirin. Dîktator hilbijartinê nakin! AKP-MHP jî bi heman ferasetê ne. Tenê li gorî şerê taybet ji bo xapandina cîhanê û civakê dixwazin weke ku hilbijartinê dike tevbigerin, lê belê armanca wan ew e ku bi her rê û rêbazê li ser desthilatdariyê bimînin. Lewma fikrê, bi vê destilatdariyê re êdî nameşe, ne tenê di nava hêzên hundir û derve de heye, her wiha civak jî xwedî vî fikrî ye. Ev fikir fikrekî bêqîmet nîne. Ji ber ku ev hilbijartin ne weke hilbijartina xistina desthilatdariyekê û avakirina desthilatdariyeke nû tê dîtin. Tirsa wan ew e ku polîtîka û mejiyê ku dema wê qediya ye, ji holê bê rakirin. Lewma bi vê hilbijartinê re wê ispat bibe ku li Tirkiyeyê desthilatdarî dikarin bi hilbijartinê biguherin an na. Girîngiya wê ji bo hêzên demokrasiyê jî ji ber vê ye. Eger hêzên demokrasiyê sekneke xurt nîşan bidin û nehêlin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê careke din dest dayne ser desthilatdariyê, ev yek wê ji bo siyaseta Tirkiyeyê pêvajoyeke girîng biafirîne.
DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ WÊ BI TÊKOŞÎNÊ BIBE
Şaş e ku bi vê hilbijartinê re mirov bikeve bendewariya wê yekê ku Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe. Demokratîkbûna Tirkiyeyê wê bi têkoşînê bibe. Ji ber ku dijminatiya li Kurdan, mejiyekî paşverû û rastiyeke civakî ya ji ber vê yekê afirî ye, her wiha rêxistineke dewletê ya li ser vê bingehê heye. Ev ne ew mijar in ku tenê bi hilbijartinekê û bazariya bi hikumeteke nû re bêne çareserkirin. Dema ku mijar pirsgirêka Kurd be, şaş e ku mirov bibêje wê bi bazariyê encam bê bidestxistin û li gorî vê gotin û polîtîka bê diyarkirin. Bendewariyeke bi vî rengî wê bê wê wateyê ku rastiya dewleta Tirkiyeyê û sîstema wê nehatiye fêhmkirin. Bi hilbijartinê re faşîzm wê di çeperekê de hatibe têkbirin. Lê belê têkbirina wê ya bi temamî wê bi têkoşînê bibe. Eger hevkariya têkoşîna hêzên demokrasiyê û azadiyê ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê pêk were, hîn bêhtir bê xurtkirin, hingî wê têkoşîna demokrasiyê jî bi pêş bikeve. Bi kurtasî tenê bi rêya têkoşînê demokrasî dikare bê Tirkiyeyê. Azadiya gelê Kurd jî bi tevlîbûneke xurt û bi bandor a li vê têkoşînê dibe.
HDP PARTIYA NASNAMEYEKÊ NÎNE
Di vê hilbijartinê de divê li ser xeta HDP’ê têkoşîneke bi bandor bê meşandin. HDP ne partiyeke Kurdan, ne partiyeke Elewiyan ne jî partiyeke beşeke din a civakî ye. Partiya her kesî ye yên ku demokratîkbûneke radîkal li Tirkiyeyê dixwaze. Di vê çarçoveyê de partiya Kurdan, Elewiyan, jinan, ekolojîstan, kedkaran, ciwanan, civakên gel û baweriyan ên cuda ne. Nêzîkatiya ku HDP’ê weke partiya nasnameyekê nîşan dide wê bibe nebaşiya herî mezin a li xeta HDP’ê bê kirin. Ji ber vê yekê yên ku li ser xeta HDP’ê têdikoşin divê li dijî kesên ku hewl didin HDP’ê weke partiya nasnameyekê nîşan bidin, helwestê destnîşan bikin.
GOTIN Û NÊZÎKATIYÊN TENGAVKIRINA TIFAQÊ DIVÊ NEYÊN KIRIN
Ihtimala girtina HDP’ê bilind bû, ji ber wê biryar dan ku bi Partiya Çepên Kesk tevlî hilbijartinê bibin. Eger HDP bê girtin, diyar e ku xeta HDP’ê wê bi Partiya Çepên Kesk dewam bike. Ji bo balê bikişîne ser ekolojiyê navê wê girîng e. Partiya Çepên Kesk bû yek ji pêkhateyên girîng ên Tifaqa Ked û Azadiyê. Ji bilî Partiya Karker a Tirkiyeyê partiyên din hemû di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de tevlî hilbijartinê dibin. TÎP di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de bi rengekî cuda tevlî hilbijartinê dibe. Dengên wê wê li ser Tifaqa Ked û Azadiyê bê hesibandin lê belê Partiya Çepên Kesk û Partiya Karker a Tirkiyeyê wê li gorî dengê xwe hejmara wekîlan bi dest bixin. Bêguman me dixwest ku Partiya Karker a Tirkiyeyê di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de tevlî hilbijartinê bibe. Ev yek dikarîbû encameke hîn baştir ji Tifaqa Ked û Azadiyê re bianiya. Lê belê TÎP’ê xwest bi logoya xwe tevlî hilbijartinê bibe. Ne bi vî rengî bûya wê baştir bûya. Lê belê îrade û biryar a wan e. Ji ber vê jî em nikarin tiştekî ji wan re bibêjin ku çima bi serê xwe tevlî hilbijartinê bûne.
Em hêvî dikin ku tevlîbûna wan a bi rengekî cuda wê zerarê nede Partiya Çepên Kesk û zerarê nede TÎP’ê. Ji bo me ya girîng ew e ku Tifaqa Ked û Azadiyê xurt bibe, piştî hilbijartinê jî ev tifaq hîn xurt û berfireh bibe. Em hilbijartinê negirîng nabînin, lê belê ya esasî Tifaqa Ked û Azadiyê ye, têkoşîna demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê gotin, helwest û nêzîkatiyên ku vê tifaqê tengav dikin rast nînin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker naxswaze ku hêzên demokrasî û azadiyê yên Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî li hev kom bibin. Ji bo vê jî şerê taybet dimeşîne; ji bo karibe têkiliya navbera hêzên azadiyê yên Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî qut bike, serî li her rê û rêbazê dide. Lewma tevlîbûna TÎP’ê ya bi serê xwe li hilbijartinê divê weke zemîna ji bo belavkirina tifaqê neyê nirxandin.
Di medya dîjîtal de hinek bi nêteke baş hin gotinan bibêjin jî trolên AKP’ê û MÎT ji bo parçekirina Tifaqa Ked û Azadiyê parvekirinên sorkirin û provokekirinê dikin. Divê ev yek bê dîtin û gotin û helwestên ku rê dide tiştên bi vî rengî neyên kirin.
DI LÎSTEYÊ DE DIKARÎBÛ CIH JI NAMZETEKÎ DIN Ê ERMEN RE BIHATA DAYIN
Divê ya esasî ew be ku ev hilbijartin bibe hevkariya hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û hêzên demokrasî û azadiyê yên gelê Kurd. Divê bang li her kesên daxwaza demokratîkbûna Tirkiyeyê dikin, bê kirin. Eger em qala têkoşîna li dijî faşîzmê dikin, hingî têkoşîn û helwesta hevpar jî divê berfireh be. Erdhejê rê neda ku hilbijartina pêşî ya ji bo namzetan bê kirin. Lê belê dema ku mirov bala xwe didin ser lîsteyan dibînin ku heta jê hatiye hewl daye ku cih bide temsîliyeta beşên cuda yên civakê. Dikare bê gotin ku hîn bêhtir dikarîbû cih ji beşên cuda yên civakê re bihata dayin. Di lîsteyên li Kurdistanê de cih ji hin hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re dikarîbû bihata dayin. Cihnedana namzeteke/î Ermen bûye mijara rexneyê. Dibe ku rexneyên din jî hebin. Lê belê piştî ku lîste diyar bûn, êdî wate nîne ku ev bê nîqaşkirin. Girîng e ku di hilbijartinên ji niha û pê ve de li gorî van rexneyan lîste bê amadekirin.
XEYÎD, QUTBÛN, NERAZÎBÛN NABE
Ji xwe di nava hêzên demokrasiyê, hêzên demokratîk de nêzîkatiyeke ‘diviyabû ez, yan jî em bibûna wekîl’ nabe. Pêşniyarên temsîliyeteke hîn baştir dikare bibe. Lê belê nikare ji xeyîd, qutbûn û nerazîbûnê re bibe hincet. Divê êdî her kes heta jê tê bixebite. Divê bê kirin ku Partiya Çepên Kesk bi rengekî xurt di hilbijartinê de bi ser bikeve; ji bo têkbirina Tayyîp Erdogan deng bê bikaranîn. Ji ber vê jî divê dirûşma hilbijartinê bi vî rengî be: Rêya yekane Partiya Çepên Kesk e.
Divê bê zanîn ku her ku hilbijartin nêzîk bû wê provokasyon û êrîşên dewleta Tirk zêde bibin. Li hemberî vê jî divê gel bi helwesteke rêxistinî tevbigere û paşve gavê neavêje. Girtina rojnamevan, hunermend, parêzer û siyasetmedarên li Kurdistanê nîşan dide ku dixwazin di rewşeke çawa de hilbijartinê bikin. Bi taybetî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li Kurdistanê polîtîkaya êrîşkariya dimeşîne. Ev êrîş di heman demê de nîşaneya hêrsa sekna bi biryar a hêzên demokrasî û azadiyê yên gelê Kurd e ku li hemberî her cûre zextan serî natewînin. Eger îro li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê hînê li ser piyan bin, li dijî faşîzmê seknekê nîşan didin, di vir de bandora têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd diyarker e.
Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî berdêlên mezin dan û bi têkoşîna xwe desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê gihandin ber hilweşînê. Eger têkoşîn bi biryardarî dewam bike, bi xurtî xwedî li sindoqan bê derketin, hingî desthilatdariya heyî wê têk biçe. Tevî ku winda bike eger dest ji desthilatdariyê bernede hingî hêzên demokrasiyê divê ji bo hilweşandina desthilatdariya faşîst di nava têkoşîn û berxwedanê de bin. Tê gotin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê roja hilbijartinê û piştî wê êrîşan bike. Li aliyê faşîst ji xwe her roj hinek radibe dibêje ev ne hilbijartineke, divê êdî bi rêyên cuda nêzîkatî bê nîşandan. Lewma li hemberî vê yekê divê amadekarî bê kirin û bi sekna xwe rê li ber vê nêzîkatiya wan bê girtin.”