NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara 25’an a Kovara Jinên Ciwan ên Kurd ên li Ewropayê dijîn, her sê mehan carekê bi navê Xwebun bi dirûşma “Parastina axa xwe parastina hebûna xwe ye” derket.
Di vê hejmara nû de ku gotarên bi Kurdî, Tirkî, Elmanî û Îngilîzî hene, nirxandinên Onder APO, gotarên jinên ciwan, gotarek ji Akademiya Zanistên Civakî, Jineolojî û gelek gotarên din hene.
Hûn dikarin li ser Spotify jî li ser lînka jêrîn guhdarîya kovara Xwebunê bikin: https://open.spotify.com/show/4MAkjW2oeBRtIKIWj4Uo6S
Desteya weşanê ya Kovara Xwebûn der barê hejmara 25’an de wiha nirxandin kir;
“Hevalên delal! Em weke jinên ciwan li dijî pergala kapîtalîst di avakirin û birêxistinkirina civaka exlaqî û polîtîk de roleke girîng dilîzin. Ji bo we destpêka avakirina civakeke exlaqî û polîtîk, pêwîste em bi her awayî ku me bi sîstemê ve girêdide, xwe bi roleke pêşeng û rêxistineke reqabetê biparêzin. Fêmkirin û têgihiştina heqîqetê ji bo ku em heqîqetê nas bikin û jiyanek rast ava bikin girîng e. Li ser vê bingehê me di vê hejmara Xwebunê de cih daye vê mijarê. Çima em wek jin ax û welatê xwe biparêzin? Di pêkhatina civaka exlaqî û polîtîk de rola me çi ye? Jiyana ekolojîk û parastina xwezayê çima girîng e? Hûn dikarin bersiva van pirsan di hejmara nû ya kovara me de bibînin. Bi vî esasî em ji hemû hevalên bi ruhê JIN JIYAN AZADÎ – SERBIXE AZADÎ re serketinê dixwazin.”
Naveroka vê hejmarê;
Kurdî;
– Pirsgirêka Civakê Ya Ekolojîk
– Li Gel Rêber APO Her Kêliyê Jiyanê Beşek ji Perwerde Ye
– Xwedîderketina Axa Xwe Destpêkê Bi Jiyana Li Ser Van Axan Destpê Dike
– Pirsgirêkên Dîrokî û Civakî
Tirkî;
– Bir Halkı Savunmak
-Barışın Öncüsü Olan Kadın, Ahlaki Ve Politik Toplumunda Temel İnşa Gücüdür
– Alternatif Ekonomi Siyaseti
– Şehit Medya Özgür
Elmanî;
– Die Rückkehr Zur Sozialökologie
– Nicht Pandemien, Krisen Und Krankheiten Töten, Sondern Das System
– Wie die Berge, Werden Wir Felsenfest Entschlossen
– Die Melodies Des Morgens
– Frauen Schaffen Leben
– Ein Lächeln Das Den Feind Besiegt
Îngilîzî;
– A True Relationship To Nature
– Amargî
Çand;
– Pêşnîyara fîlmê