NAVENDA NÛÇEYAN – Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir di meha 8’an de ye. Jinan bi biryardarî ferzkirina hicaba bi zorê û zextên curbicur serî radikin. Li hemberî berxwedana gel rejîma Îranê polîtîkayên xwe yên çewisandinê berdevam dike.
Hêzên rejîma Îranê yên ku nikarin agirê şoreşê bitemirînin li dibistanê xwendekarên jin jehrî dike. Jehrîkirina xwendekarên jin her ku diçe zêde dibin. Malbatên xwendekar û gel bertek nîşanê vê bûyerê bidin lê rayedarên Komara Îslamî ya Îranê jehrîkirina jinên xwendekar înkar dikin.
Li gelek dibistanan êrîşên kîmyewî
Li gorî agahiyan 3’ê Gulanê, êrîşên kîmyewî li Hesenabad ê bajarê Senendejê li ser dibistana jinan a Parvîn Etesamî, 2’ê Gulanê, dibistana jinan a Elî Mihemedî li Banê, dibistana Elahîeh a jinan, Konservatuara jinan a Kimia û li cadeya Komeîl a Kirmaşanê û gelek dibistanên din bûne armanca êrîşên kîmyewî.
Gef li xwendekaran hat xwarin
Li gorî dosyaya dibistana Elahîe ya Kirmaşanê polîs piştî kîmyabaranê çûne dibistana amadeyî û gef li xwendekaran xwarine.
Li aliyê din jî Roja 1’ê Gulanê, li Tehranê xwendekarên dibistanên jinan ên Efaf û Secadiye, dibistana Caferî li Kirmaşanê, li Seqezê dibistana Merac û Bentol Hoda, dibistana Fatemê li Harsîn, Dibistana Sarollah li Ferdîs, Kerec û hwd. bi jehrê ketine. Di dibistanên ku navê wan hat gotin de gelek xwendekaran rakirine nexweşxaneyê.