MINBIC – Duho li Minbicê festîvala Spor ya çaremîn hat rêxistin kirin. Yekîtiya werzîşê festivala ya çaremîn li bajarê Minbicê û gundewarên wê hat çekirin.
Festîvalê bi xêr hatina hemû mêvan, beşdarvan û hemû tîmên di mehrîcanê de beşdarbûyî dest pê kir û deqeyek rêzgirtin li ser şehîdan despê kir.
Li ser navê yekîtiya werzîşê axaftina destpêkê hate kirin û piştî wê şanoyek ser nava “Jin pêşenga werzîşê ye” ji aliyê grûpa yekîtiya werzîşê ya tîmên jin ve hate pêşkêşkirin. Her wiha gelek pêşengehên spor yên weke Tekwando, şerê kolanan û grûpa Şerkesî hatin pêşkêşkirin.
Li kêleka wê di navbera tîma El Itîhad li Minbicê û tîma Elhaa li Tebqayê mûçeyek fûtbolê hate lîstin. Yekîtiya werzîşê festîvala xwe ya çaremîn bi stranên hunermend Mistefa El Emîr bi dawî kir.