BEHDÎNAN – HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Li Herêma Zapê
Di 5’ê Gulanê saet 11:10’an artêşa Tirk a dagirker li dijî Qada Berxwedanê ya Girê FM êrişek kir. Hêzên me di çarçoveya parastina cewherî de bersiv dan dagirkeran.
Di 5’ê Gulanê de hêzên dagirker dema ku êriş kirin û xwestin çepera me ya berxwedanê ya Sîdayê îmha bikin, hêzên me li wan dan û dagirkerek hate kuştin.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker;
Di 5’ê Gulanê de Girê Şehîd Reşîd, Girê Zengil, Gundê Guzê û Gundê Filla ya Garê 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Di 5’ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê û çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê 16 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
Di van bombekirinan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”