MANNHEÎM – Ciwanên Kurd ên li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê li hev civiyan, bal kişandin ser tundî û girîngiya pêvajoyê, berxwedana li Kurdistanê jî silav kirin.
Ciwan ji bo semînerê li Navenda Civaka Kurd hatin cem hev. Mijara sereke ya semînerê Jineolojî û Dîroka Berxwedana Partiyê bû.
Piştî semînerê ciwanan semînera xwe bi daxuyaniyê bi dawî kirin:
“Îro 7 roj beriya hilbijartinê diyar e ku faşîzma AKP-MHP’ê hejandinek dijî. Di dîrokê de cara yekem e ku ev faşîzm bi fikar e ku winda bike. Ev bi berxwedana gelê Kurd li Kurdistanê û li her derê hatiye afirandin. Ji bo vê jî divê em ciwanên Kurd dîrok û welatê xwe biparêzin. Îro gelê Kurd li berxwe dide, bêhna azadiyê dide tevahiya Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê. Weke ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, em dixwazin diyar bikin ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber APO ti pirsgirêk çareser nabe.”