MARSÎLYA – Ciwanên Kurd ên TCŞ’ê, jinên ciwan ên TekoJIN’ê û hevalên enternasyonalîst ji bo balê bikişînin ser hilbijartinên li Tirkiyeyê li bajarê Marsîlyayê pankart daliqandin û gotin:
“Di demeke ku civaka Kurd cenazeyên zarokên xwe yên li çiyayên şehîd ketine di poşetekê de werdigire, her kesê ku dengê xwe nade dibêje ku ew piştgiriyê didin rejîma AKP-MHP’ê û faşîzma.
Ji ber vê yekê TCŞ û TekoJIN bang li hemû gelê Kurd û hemû Tirkên demokrat dikin ku dengê xwe bidin YEŞIL SOL Partiyê. Ev hilbijartin ji bo berdewamiya êrîşên li ser çiya, bikaranîna çekên kîmyewî, asîmîlekirina çand û zimanê kurdî û ji bo Demokrasiya Rastîn li Kurdistan û Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke mezin in.
Em ê bi hev re faşîzma Tirk bişkînin û nêzî serkeftina demokrasiyê bibin. Ciwan wê bi ruhê azadiya Rêber APO heta serkeftinê çalakiya xwe bidomînin.”