EYN ÎSA – Jinên ciwan ên bajarê Eyn Îsa û Girê Spî bi hevrê komxebatekê li dar xistin. Di bin dirûşmeya kampanyaya nû ya Yekîtiya Jinên Ciwan “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” bernameya xwe bi deqayekî rêzgiritin despê kir û bi nirxandinên Rêber APO li ser Jin berdewam kir. Piştî wê niqaş di nava jinên ciwan despê kir û bi tevlîbûneke xwurt domdar bû. Bi coş û moral û gotina sloganên “Jin Jiyan Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” komxebat bi dawî bû. Jinên ciwan diyar kir ku wê li ser xeta jina azad xwe kûr bikin û xebaten xwe hîna xûrtir bikin.