QAMIŞLO-Îro bi hezaran gelê herêma cizîrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û piştgiriya Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên 14`ê Gulanê yên li Tirkiyeyê de li bajarê Qamişlo miting li dar xistin.
Mîtîng di bin duruşmeya “Azadiya Rêber Apo misogeriya demokrasî û aramiya herêmê ye” alên Rêber Apo û partiya Çep a Kesk hate hildan Di serî de şêniyan ji sê aliyan ve meşiyan û berê xwe dan sitadgeha şehîdên 12ê Adarê û li wir mêtîng li dar xistin.
Di serî de ji bo tevahî şehîdên azadiyê deqeyek rêzgirtin pişt re li ser navê partiya yekîtiya demokratîk Asya Abdullah axivîn û wiha got;Em ji vir heta Îmralî Rêber Apo silav dikin silavên xwe hezkirinên xwe ji vir heta Îmralî ji bo Rêber Apo dişînin her wiha silavekî germ ji bo Bakurê Kurdistanê dişînin.
Em tevahî xebatên li qadan ji bo 14 Gulanê silav dikin.
Ev bû 25 sal sekna Rêber Apo di Îmralî li him ber faşîzmê li him ber siyaseta dagirkeriya Tirkiyê li him ber siyaseta hêzên navnetewî û bêdengiya mirovahiyê 25 sal Rêber Apo li Îmralî tekoşînekî ji boy rûmeta gelê Kurdistanê ji bo azadiya jin.
Mîtîng bi strana “Deng Bidin” a ku Hunergeha Welat ji bo piştevaniya Partiya Çepên Kesk derxistibû û stranên hunermend Danîş Botan, Baran Dilbihar û Koma Cûdî bi dawî bû.