GRINGY – Piştî ku Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li dijî tecrîda li ser Rêber APO banga seferberiyê kirin, meşên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li seranserê Ewropayê dewam dikin. Piştî banga seferberiyê ya li dijî tecrîda li ser Rêber APO, meşên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li seranserê Ewropayê dewam dikin.
Li Taxa Grigny ya Parîsê jî ciwanan di tevahiya meşê de dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jîyan Nabe” û “Azadî Pour Ocalan” berz kirin û sirûda Çerxa Şoreşe xwendin. Di daxuyaniya piştî meşê de endamên TŞ’ê; Da zanîn ku ji bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêber APO ya li Îmraliyê divê hemû gelê welatparêz di nava tevgerê de bin.
Ciwanan diyar kirin ku ev nêzî 25 meh in nûçe ji Rêber APO derneketine, îspata wê yekê ye ku tê xwestin îradeya gelê Kurd bê desteserkirin û diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bê divê ruhê seferberiyê bidome. şert û mercên.
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.